Ciwanên kurd li Bernê PDK şermezar kirin 2022-04-26 16:13:30   ENQERE - Ciwanên kurd, li bajarê Bern ê Swîsreyê hevkariya PDK’ê ya li gel êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin.    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li Herêma Kurdistana Federe hatin destpêkirin li bajarê Bern ê Swîsreyê şermezar. Ciwanên kurd, nûnertiya Herêma Kurdistana Federe ya li Bernê dagir kir.    Ciwanên ku di nava avahiyê de pankarta “Di destê malbata Barzanî de xwîn heye. Bijî Gerîla” vekirin, dirûşmeya “Bimre îxanet” berz kirin.    Ciwanan li dijî hewldana astengkirina peywîrdarên li avahiyê wiha gotin: “Ew çima li ser axa me ne, çima dagir dikin? Çima pêşmerge ji wan re pêşengiyê dike? Em dibêjin ku divê pêşmerge alîkariya wan neke alîkariya me bike. Bila pêşmerge destûrê nede wan. Bila ji dagirkirina wan re bibe asteng. Em naxwazin kurd bên qetilkirin li wir çekên kîmyewî tên bikaranîn.”   Ciwanên ku ji aliyê polîsên Swîsreyê ve hatin binçavkirin piştî demekê hatin berdan.