Li pêş Nûnertiya NY'yê ya Hewlêrê êriş hatin şermezarkirin 2022-04-26 18:09:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Li pêş nûnertiya NY'yê ya Hewlêrê êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Kurdistanê hatin şermezarkirin.    Li Hewlêrê bi pêşengiya Partiya Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu), Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê û Tevgera Demokratîk a Gelê Kurd li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Kurdistanê tevî astengiyên asayîşa PDK’ê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyên pankartên li dijî êrişan hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Ji nava xaka me derkevin“, “Bakûr, Başûr, Rojhilat yek armanc û yek xebat” û “Artêşa Tirk a dagirker ji Kurdistanê derkeve” hatin berz kirin.   Li ber nûnertiya NY’ê hêzên PDK’ê dor li çalakvanan girt û êrîşî çalakiyê kir. Hêzên PDK’ê dest danî li ser telefonên rojnamegerên xwestin çalakiyê bişopînin. Girseyê li ber êrîşa hêzên PDK’ê li ber xwe da û dirûşme bezkirin. Çalakgeran bi yek dengî bi dirûşmeyan banga derxistina artêşa tirk a li ser axa Kurdistanê kirin. Çalakgeran ragihand ku divê NY‘ê pêşî li êrîşên dewleta tirk bigire û bi vê armancê daxwaznemeyek pêşkêşî NY‘yê hate kirin.