Berdevka HDP’ê Gunay: Divê kurd li dijî êrişan bibin yek 2022-04-26 22:25:29   MÊRDÎN - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li Dêrikê di bernameya fitarê de axivî, diyar kir ku bi êrişên li Herêma Kurdistanê rê li ber komkujiya kurdan hatiye vekirin û bi lêv kir ku divê kurd li dijî êrişan bibin yek.    Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên Di Dêrguşa Şaristaniyê De Xizmên Xwe Windar Kirine re (MEBYA-DER) ya Mêrdînê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Mêrdînê û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dêrikê li eywaneke dawêtê ya taybet bernameyeke fitarê li dar xistin. Malbatên girtiyan, kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de xizmên xwe winda kirine û gelek welatî tev li bernameyê bûn. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî li bernameyê amade bûn.    Di bernameyê de ewilî Hevserokê HDP’a Dêrikê Selahattîn Îzcî, pişt re jî Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî.    ‘GIRTÎGEH VEGERIYAN MALÊN MIRINÊ’   Gunay, diyar kir ku di pêvajoyeke xeternak de derbas dibin û bi lêv kir ku divê vê pêvajoyê de ji du mijaran re hesas bin. Gunay, anî ziman ku yek ji van mijaran zext û mûameleya nebaş a girtîgehan e û wiha got: “Divê em li derve dengê xwe bilind bikin û ji hundir re bibin deng. Ji ber ku deshilata AKP’ê û MHP’ê girtîgeh vegerandina malên mirinê. Ji girtîgehan hema bêje her roj cenaze derdikevin û girtiyên nexweş rastî îşkence û mûameleya nebaş tên. Ji ber vê yekê divê em weke kesên li derve em dengê kesên li hundir ragihînin û ji dengê wan re bibin deng.”   ‘BI BOMBEYAN DIÇIN SER SIFREYÊN FITAREYAN’   Gunay, diyar kir ku ya duyemîn jî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li Herêma Kurdistanê dane despêkirinin û wiha berdewam kir: “Desthilateke AKP’ê û MHP’ê ya di meha Remezanê de bi bombeyan diçe ser sifreyên fitarê heye. Bi êrişên Başûr careke din pêşiya dijminatî û komkujiya kurdan vekirin. Em vê dizanin; Ev desthilat hebûna xwe li ser dijminatiya kurdan mezin kir û hat heta van rojan. Niha jî dixwaze desthilata xwe bi vî awayî bide berdewam kirin.    ‘DEMA YEKITIYA KURDAN E’   Gunay, destnîşan kir ku li dijî tiştên diqewimin divê gelê kurd yekitiya xwe ava bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke ku me di 8’ê Adarê de got niha dema dema yekitiya kurdan e. Dem dema mezinkirina yekitiyê ye. Dema dema li dijî polîtîkayên şer û dagirkirinê rawestîn, piştevanî û bilindkirina deng e. Ji ber ku me di qadên Newrozê de bi milyonan dengê Dem Dema Azadiyê ye bilind kir. Niha dema mezinkirina têkoşîna vê yekê ye. Polîtîkayên dijminatiya kurdan ên faşîzma AKP’ê û MHP’ê helbet wê winda bike.”   ‘DENGÊ AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE’   Gunay, bi lêv kir ku desthilat hêza polîtîkayên xwe yên şer ji pergala tecrîdê ya Îmraliyê digire û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku birêz Ocalan yek ji aktören girîng ê li vî welatî aştiyê temsîl dike ye. Cihê ku dengê aştiyê lê bilind dibe Girava Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê şûna desthilata AKP’ê dengê aştiyê bilind bike û li dijî polîtîkayên şer bisekine tecrîd zêdetir kirin. Tecrîda li ser birêz Ocalan kûrtir kirin û niha li Kurdistanê bi şer û komkujiyan berdewam dikin. Em ê ji vir bibêjin ku ev polîtîkayên şer û tecrîdê encam nagirin û wê teqez azadî bi ser bikeve.”