Banga cerdevanên berê li cerdevanên niha: Li dijî birayê xwe çek ranekin 2022-04-27 09:05:48 ŞIRNEX - Cerdevanên ji bajaroka Gundikêmelê, bertek nîşanî cerdevanên ku tevlî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Zap, Metîn û Avaşînê dibin dan û ev bang li wan kirin: "Li dijî birayê xwe çek ranekin."   Tirkiyeyê, piştî hevdîtina ku di 15'ê nîsanê de li Stenbolê di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan de pêk hat, di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê êrişeke mezin da destpêkirin. Êrişa Tirkiyeyê bejahî û hewayî ve didome û bi leşker û tîmên taybet re bi hezaran cerdevan jî di vê êrişê de cih digirin. Bi bedewamkirina êrişê re ji beşên cuda yên civaka kurd li dijî êrişê bertek jî bilind dibin.      Li bajaroka Gundikêmelê ya girêdayî navenda Şirnexê, welatiyên bi navê Nûrettîn Anil (45), Mehmet Tahîr Bayik (46) û Sadûn Sezer (42) berê bi darê zorê çend salan cerdevanî kirine, derbarê êrişa ku Tirkiye bi hevkariya PDK'ê daye destpêkirin û bi tevlîbûna cerdevanan didomîn de axivîn. Cerdevanên berê, bertek nîşanî êrişê û tevlîbûna cerdevanan a êrişê dan û xwestin ku cerdevan tevlî êrişê nebin û li dijî birayên xwe çek ranekin.    'CERDEVANÎ NE TIŞTEKE EXLEQÎ YE'    Nurettîn Anil (45) ku di sala 1994'an de bi darê zorê dest bi cerdevaniyê kiriye û îro ji bo aşitiyê di nav xebatên HDP'ê de cih digire, diyar kir ku ji bo cerdevaniyê gefa hilweşandina gundê wan li wan xwarine û wiha got: "Ji bo ku gundê me xera nekin min 4 salan cerdevanî kir. Piştre çûm leşkeriyê. Min 18 mehan leşkerî kir. Li leşkeriyê ji me re digotin, 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye'. Min jî ji xwe re got, 'Min 4 salan cerdevanî kir û 18 meh leşkerî kir, heger kurdê herî baş kurdê mirî be wê demê ev kar ne karê min e û piştre êdî cerdevanî nekir'. Mirov ji wan re çi bike vala ye. Encax mirov tiştekî ji gelê xwe re bike wê mirov encam bigire. Sala bûye 2022 hê jî hin kes diçin dibin cerdevan û li pey birayê xwe dikevin. Ev ne tiştek exleqî ye. Mirov ji bo 5 qiruşan vî tiştî nake. Min 4 sal cerdevanî kir û ez her roj ji xwe re dibêjim, 'Gelo ez çi bikim ku wan rojan telafî bikim'. Min cerdevanî kir bila keseke din neke. Mirov ji vê dewletê re çi jî bike tişta ku di dawiyê de bibêje, 'Hûn terorîst in'. Ji ber wê divê mirov li cem gelê xwe cih bigire."    DEV JI CERDEVANIYÊ BERDA ŞIVANTIYÊ DIKE   Mehmet Tahîr Bayik ku dev ji cerdevaniyê berdaye û bi şivantiyê debara xwe dike, diyar kir ku tişta herî bi rûmet ew e ku mirov bi gelê xwe re be û ev tişt got: "Divê êdî kurd li dijî birayê xwe çek ranekin. Min di sala 1997'an de dest bi cerdevaniyê kir. Bi qasî 3 salan cerdevanî kir û piştre jî îstifa kir. Em bi zorê kirin cerdevan û me çek rakir. Gelek hevalên me hene ku ev 30 sal in cerdevaniyê dikin. Yanî wê heta kîngê wisa berdewam bike? Ne mirov bi kuştinê xelas dibin ne jî ji birçîna dimirin. Ev ne meselaya birçîbûnê ye. Ma dibe ku mirov nanê xwe ji xwîna birayê xwe derxe? Ji sala 1997'an ve min dev ji cerdevaniyê berdaye lê ez ji birçîna nemirîme. Ez nanê xwe ne ji karmendiyê ne jî ji cerdevaniyê derdixim. Ez bi şivaniyê zarokên xwe xwedî dikim. Wijdanê min rehet e ku nanê min ne ji xwîna kesekî ji xwêdana min peyda dibe. Hûn rewşa min dibînin. Bila xaniyê min ne 6 qet be, bila beton nebe bila bi ax be. Birçî bim jî bila serbilind bim. Perê ku ez ê ji xiyanet, xwîna birayê xwe û xapandinê bigirim ji min re ne lezim e. Bila hîç negirim. Em naxwazin zarokên xwe bi bazirganiya xwîna birayên xwe xwedî bikin."    BANGA YEKITIYÊ   Sadûn Sezer (42) jî bi awayekî aşkere bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re da û derbarê mijarê de ev tişt got: "Bangewaziya me ji wan kesên ku îro hevalbendiyê bi dewleteke din re dikin û ketine pey birayê xwe; êdî bes e. Êdî bes bibin amûrên van dewletên serwer. Kurdê sor, kesk, spî û kurdê cuda tune ye. Kurd kurd e. Çi kurdê êzidî be, çi kurdê sunî be û çi kurdê elewî be hemû yek in. Dinya alem neyarê kurdan e, kurd bi xwe jî neyarê xwe ne. Banga me li YNK, PDK'ê û hemû hêzên kurd; madem hûn dibêjin, 'em pêşengên vî gelî ne' wê demê li ser maseyekê rûnin û tifaqa xwe ava bikin. Şerm nake û ji bo 4-5 qirûş pere dikeve pey cerdevaniyê. Em di sedsala 21'an de ne hûn dikarin li her qadê kar bikin. Dev ji cerdevaniyê berdin û li dijî birayên xwe çek ranekin. Yê ku cerdevanî nekiriye jî bila dest pê neke."