Sê gundên Xelfetiyê 13 sal in ji ber ava kanalîzasyonê bêzar bûne! 2022-04-27 09:08:03   RIHA - Li gundên Ank, Tishê û Tatayn ên bi ser navçeya Xelfetiyê ve ji ber kanalizasyona servekirî bêhna genî dide derdorê û xelkê gundan ji ber bêhnê bêzar bûne û 13 sal in li çareya vê pirsgirêkê digerin.    Li gundên Ank, Tishê û Tatayn ên bi ser navçeya Xelfetiya Rihayê ve kanalizasyona servekirî bêhna genî dide derdorê û ji ber vê bêhnê xelkê gundan nikare hilmê hilde û bide. Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Rihayê (ŞUSKÎ) di sala 2009’an de bi qasî 15 kîlomtre dirêjahî li van gundan kanalizasyona servekirî çêkiriye û ava vê kanalîzasyonê diherike ser Çemê Firatê. Bi germbûna hewayê re bêhna genî li derdorê belav bûye û ava vê kanalîzasyonê xesarê dide ava vexwarinê, erdên çandiniyê, bax û baxçeyên xelkê. Xelkê taxan diyar kirin li gel wan gelek caran giliyê vê kanalîzasyonê ji saziyên pêwendîdar re kirine jî lê pirsgirêk nehatiye çareserkirin û ew niha bi daxuyaniyên çapemeniyê dengê xwe radigihînin. Şêniyên gundê Ankê têkildarî vê rewşa pê re bêzar mane ji ajansa me re axivîn.    NEXWEŞÎ BELAV DIBE    Ayla Polat diyar kir ku ew nikarin paceyên xwe vekin û ev av û bêhna genî tesîrek neyînî li ser tenduristiya wan dike û jiyana wan dixe talûkeyê. Polat da zanîn ku ew ji ber bêhnê êdî îdare nakin û got: “Em nikarin derkevin derve. Mîdeya me ranagire û nexweşî belav dike. Em ji ber vê ava genî nexweş dikevin. Dara me ya guzê y 50 salî hişk bû û em neçar man bibirin. Em dixwazin rayedar tavilê werin vê pirsgirêkê çareser bikin.”    ERDÊ XWE FIROT    Abdurrahman Polat jî diyar kir ku wî ji ber vê ava genî ku xesarê dide erdê wan neçar maye bifiroşe û got: “Min ji ber vê kanalîzasyonê erdê xwe firot. Zarokên min nexweş dikevin. Îdareya me ji ber vê nabe. Nayê qebûlkirin. Em nikarin bostanê xwe deynin. Zarokên me nikarin biçin baxçe. Divê demildest çareyek ji halê me re were dîtin.”    NIKARIN DERKEVIN DERVE    Selvî Polat jî anî ziman ku çar sal berê wan li ber cihê ava genî diherikê xanî çêkirine û zarokên wan nexweş dikevin û ew nikarin ji ber vê bêhnê derkevin derve û bostanên xwe deynin.    TEV LI AVA WAN VEXWARINÊ DIBE    Ramazan Damar jî destnîşan kir ku ava genî tev li ava wan vexwarinê dibe û hemû xelkê van gundan ji ber vê bêhnê û ava genî nexweş ketiye û însan neçar dimîne vê ava genî vexwe û dewlet viya ji bo wan rewa dibîne.    Ramazan Çîmendag jî anî ziman ku 10 darên wî yên încasan hişk bûne û vê pirsê kir: “Gelo ji bo vê pirsgirêkê çareyek dîtin gelek zehmet e?”   ‘HAYA ME JÎ NÎNE’    Em têkildarî mijarê li rayedarên Şaredariya Xelfetiyê geriyan û rayedaran jî got berpirsiyariya kanalîzasyonê aydê Şaredariya Bajarê Mezin e. Şardariya Mezin jî derbarê vê pirsgirêka 13 salan de gotin, “haya me jê nîne.”    MA / Ceylan Şahînlî