Fêkiya çiyayên bilind Rêvas 2022-04-27 09:09:19   ŞIRNEX - Rêvas ku li çiyayên bilind şîn dibe û weke “Mûza Kurdan” tê zanîn hem bi tama xwe hem jî ji ber sûda ji tenduristiyê re gelek balê dikişine ser xwe. Li aliyê din bihayê wê yê îsal jî gelek zêde ye.    Rêvas ku li çiyayên bilindahiya wan di navbera hezar û 4 hezar mîtroyan de şîn dibe dest bi derketinê kir. Rêvas a ku di mehên Gulan û Hezîranê de şîn dibe, bi tama xwe ya miz ve yek ji giyayên biharê yê jêneveger e. Tê diyarkirin ku Rêvas a weke “Mûza Kurdan” an jî “Kîviya Kurdan” tê zanîn ji bo gelek pirsgirêkên tenduristiyê baş e. Rêvas a li gir û çiyayên bilind şîn dibe weke destik li tezgahan cihê xwe girt.  Revas a ku li navçeya Qileban a Şirnexê li çiyayên 2 hezar mîtroyan bilind şîn dibe, tevî hemû zor û zehmetiyan ji aliyê welatiyan ve tê komkirin. Ciwanên ku ji bo rêvasên ewil kom bikin çûn serê girê Kêla Horê, rêvasên ku kom dikin bi hezkirin dixwin. Yek ji ciwanên ku derket komkirina revasan Yakûp Yaman (25) diyar kir ku dema demê rêvasan hat her sal bikeyf bi çiyayan ve diçin û tevî hemû zor û zehmetiyan rêvasan kom dikin.    Yaman, bi lêv kir ku ji ber rêvas ji hin pirsgirêkên tenduristiyê re jî baş e di nava gel de zêde tê xwarin û anî ziman ku vê di vê demsalê de gelek kes ji bo rêvasan kom bikin derdikevin herêmên çiyayî. Yaman, da zanîn ku mirov rêvasan di heman demê de ji bo debara xwe bikin jî difiroşin û diyar kir ku îsal kiloya rêvasan 25 lîre ye.     Îlyas Paksoy ê 26 salî jî yek ji kesên ku ji bo rêvasan kom bike derdikeve rêwitiyeke çiyayî ya bizehmet. Paksoy, bi lêv kir ku piştî nêzî du saetan bi çiyayan ve diçin digihin qadên ku Rêvas lê şîn dibin û anî ziman ku hem dîmenên xwezayê hem jî tama Rêvasê hemû westandina wan bi wan dide ji bîr kirin.