‘Neberdana Tûglûk tê wateya darvekirina belavî demê hatiye kirin' 2022-04-27 09:10:31 STENBOL - Akademîsyen Fatma Bostan Unsal, xwest ku demildest Aysel Tûglûk bê berdan û diyar kir ku neberdana Tûglûk û dirêjkirina dema girtina wê tê wateya pêkanîna cezayê darvekirinê yê belavî demê hatiye kirin.  Siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ya Kocaeliyê girtî ye, rewşa wê ya tenduristiyê ne baş e û roj bi roj girantir dibe. Ji bo berdana Tûglûk di 7'ê çileyê de kampanya "Ji bo Azadiya  Aysel Tûglûk 1000 Jin" hatibû destpêkirin. Rexmî ku teşhîsa nexweşiya Demansê li ser hatiye danîn û rapora wê ya nexweşxaneyê ya "nikare li girtîgehê bimîne" jî Tûglûk nayê berdan. Akademîsyen, lîstikvan, rojnamegerên jin, bertek nîşanî qebûlnekirina rapora Tûglûk dan û destnîşan kirin ku wê li hemberî rewşa Tûglûk bêdeng nemînin û xwestin ku Tûglûk demildest bê berdan.    'BILA TÛGLÛK BÊ BERDAN'   Lîstikvan Denîz Turkalî, got ku divê demildest Aysel Tûglûk bê berdan û ev tişt anîn ziman: "Tiştên diqewimin ne tenê li dijî Aysel Tûglûk in. Hemû nexweşên girtî di heman rewşê de ne. Aysel nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Herkesê xwedî wijdan divê ji rewşê aciz bibe û dengê xwe derbixe. Em piranî ji bo dengê xwe bigihînin jinan tên gelhev. Ne tenê jin em dixwazin dengê xwe bigihînin herkesê xwedî wijdan. Divê herkes di vê mijarê de xwedî hestiyarî be."   'NE HIQÛQÎ Û MIROVÎ YE'   Rojnameger Ayça Atîkoglû, bi lêv kir ku girtina Aysel Tûglûk a di girtîgehê de dijî hiqûq û mirovahiyê ye û di asta têrker de xwedî derneketina li Tûglûk rexne kir. Atîkoglû, destnîşan kir ku divê têkoşîna civakî bê bihêzkirin û ev tişt got: "Ji bo berdana Tûglûk hê bêtir pêwistiya me bi piştgiriya cemaweriyê heye. Heta niha kesên ku bi nexweşiya pençeşêrê ketine hatine berdan. Ji bo Aysel jî zîncîrên çapameniyê û kampanya hatin avakirin. Lê divê hê bêtir zext bê kirin. Mixabin ez vê nabînim. Dibe ku hikûmet biryarên şaş bide, lê divê em li cihê şaş nemînin."   PÊKANÎNA DARVEKIRINÊ   Akademîsyen Fatma Bostan Unsal jî da zanîn ku şertên girtîgehê nexweşiya Tûglûk bi pêş ve dibe û wiha axivî: "Rexmî raporan jî raporên nexweşxaneyan jî Tûglûk nayê berdan. Neberdana Tûglûk û dirêjkirina dema girtina wê tê wateya pêkanîna cezayê darvekirinê yê belavî demê hatiye kirin. Vê şerma li dijî Aysel Tûglûk didome. Ji ber vê divê Aysel Tûglûk bêguneh bê berdan û tedawiya wî bê destpêkirin."   REWŞA TÛGLÛK   Pisporê Norlojiyê Dr. Emel Gokmen, bal kişand ser nexweşiya Demansê û wiha got: "Heke em li ser nexweşiya Demansê biçin; mayîna li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F, ji bo girtî pirsgirêkeke mezin e. Di şertên girtîgehê de xwegihandina tenduristiyê pir bipirsgirêk e. Ji ber ku Aysel Tûglûk di şertên îzolasyonê de dimîne, roj bi ropja nexweşiya wê girantir dibe."   MA / Esra Solîn Dal