Malbata Denîz Poyraz: Herkesê xwedî wijdan bila bê danişînê 2022-04-27 09:11:02   ÎZMÎR - Dayik û bavê Denîz Poyraz ku ji aliyê kujer Onûr Gencer ve li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat kuştin, ji bo 3'emîn danişîna doza ku wê kujer Gencer di 29'ê nîsanê de bê darizandin banga piştgiriyê kirin û ev tişt gotin: "Herkesê xwedî wijdan divê bê danişînê."   Kujerê bi navê Onûr Gencer, di 17'ê hezîrana 2021'an de êrişê avahiya HDP'ê ya Îzmîrê kir û endam û xebatkara HDP'ê kuşt. 3'yemîn danişîna doza ku ji ber kuştina Poyraz li kujer Gencer hat vekirin wê di 29'ê nîsanê de li 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê bê dîtin. Beriya danişînê gelek partî, sazî û rêxistinên jinan bangên tevlîbûna danişînê kirin. Tê payîn ku weke danişînên beriya niha ji bajarên derdorê gelek kes bên Îzmîrê li Poyraz xwedî derkevin.  Beriya danişînê dayik û bavên Poyraz Fehîme û AbdûlLîlah Poyraz jî derbarê pêvajoya dozê de axivîn û banga tevlîbûna danişînê li gelan kirin.    'KESÊN PIŞTGIRÎ KIRINE JÎ BILA BÊN DARIZANDIN'    AbdûlLîlah Poyraz, diyar kir ku ji destpêkê ve pêşveçûna pêwîst di lêpirsînê de nayê kirin û got ku bifikar in ku heta 4-5 salan kujer bê berdan. Poyraz, destnîşan kir ku edaletê dixwazin û wiha axivî: "Em li bendê ne ku dadger û dozger bi heq nêzî dozê bibin. Kuştineke gelek biêş pêk hat. Ev kujer ji mirovahiyê bêpar maye, hoveke dera hanê ye. Ev kujer bê cezakirin jî wê ji derdê me re nebe çare. Wê Denîz careke din neyê. Em dixwazin ku kesên çek dane kujer, alîkariya wî kirin û wî peywirdar kirine jî derkevin pêşberî edaletê. Ev kujer tetikkêş e, heke edalet cihê xwe bibîne, divê kesên ku piştgirî danê jî derkevin holê. Bila piştî Denîz tiştek bi hin kesên din nebe."    'HERKESÊ XWEDÎ WIJDAN BILA BÊ'   Di berdewamê de Poyraz, bi bîr xist ku ji ber derbarê keça xwe de axiviye doz lê hatiye vekirin û ev tişt anîn ziman: "Piştî şehadeta Denîz hemû malbat mexdûr bû û doz li me hatin vekirin. Ev ne edalet e. Parçeyek ji canê me birin, rexmî vê jî doz li me vedikin. Ji ber lêpirsîna hatiye vekirin ez ê biçim dadgehê. Lê em dixwazin ku bila êdî dayik negirîn û xwîna tu kesî nerêjê. Ji bo kuştinên bi heman rengî careke din pêk neyên divê herkesê xwedî wijdan roja danişînê li edliyê be û li Denîz xwedî derkeve. Banga min li hemû gelan; em li bendê ne ku herkesê bikaribe bê li dadgehê be. Deniz çû bila hin ciwanên din neçin."   BANGA VEGERA JI ŞAŞITIYÊ   Dayika Poyraz Fehîme Poyraz jî bi lêv kir ku keça wê bê sedeme bi awayekî hovane hatiye kuştin û wiha got: "Em ê pêşiya doza keça xwe bernedin. Guleya li Denîz ket li hemû mirovan û kurdan ketiye. Denîz ne tenê Denîza min e. Denîz hemû gelan e. Denîz xesar nedida kulmoriyek jî. Xwînşêr in bû û ji her mirovî hez dikir. Mirinê heq nedikir. Xwedê mafê me nehêle. Keça min hat kuştin, li hevjînê min doz vedikin. Ev nayê qebûlkirin û divê terka vê şaşiyê bê kirin."   'EM Ê LI DIJÎ KUŞTINÊ PARASTIN BIKIN'   Fehîme Poyraz, ji bo danişîna kujerê keça xwe jî bang kir û ev tişt gotin: "Ne tenê kurd divê hemû gel tev li danişînê bibin. Divê hemû mirov destê xwe deynin ser wijdanê xwe û li edliyeyê bin. Em edaletê dixwazin. Rexmî her tiştî jî dixwazim ku edalet cihê xwe bibîne. Li dijî wî kujerî divê siyasetmedar, hiqûqnas, parastvanên mafên mirovan li danişinê bin. Wi kujerî kuştinê pêk anî, em ê jî li dijî kuştinê parastina xwe bikin."