Cenazeyê Îlçîn li Êlihê hate veşartin 2022-04-27 09:36:44   ÊLIH - Cenazeyê Naîm Îlçîn ê li Herêma Bestayê di şerekî de jiyana xwe ji dest da, li Êlihê hate veşartin.    Cenazeyê endamê HPG’ê Naîm Îlçîn ku di 25’ê Nîsanê de li herêma Besta ya Şirnexê di şerekî de jiyana xwe ji dest da, li gundê Girbereşk ê Êlihê hate veşartin. Piştî ku malbatê cenaze li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê teşhîs kir, anîn Êlihê.   Malbatê xwest cenaze bi merasîmeke girseyî bispêre axê. Leşkeran dor li goristana li gundê Girbereşkê girtin û zext li malbatê kirin ku ji bilî endamên malbatê wê destûrê nedin kes tev li merasîmê bibe. Ji ber vê yekê jî cenazeyê Îlçîn ji aliyê endamên malbatê ve bi merasîmekê hate veşartin.