Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn 2022-04-27 13:02:42   RIHA - Emîne Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne ev pirs pirsî: “Ne yek du kesan malbata min kuştin. Gelek kes hebûn. Bi zilmeke mezin kuştin. Bila cezayê xwe bikişînin. Çima tên berdan?”   Çalakiya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 415’emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar ên saetên di serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsû hatin pêş Edliyeya Rihayê, çalakiya xwe ya nobetê dan destpêkirin.    Malbat, di nav saetên mesaiyê de parêzer û welatiyên berê wan dikeve edliyeyê, têkildarî têkoşîna xwe ya edaletê agahdar dikin. Emîne Şenyaşar a tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, diyar kir ku ji Cejna Remezanê re çend roj mane û wiha got: “Em ê di Cejna Remezanê de jî li vir bin. Heta ku kurê min neyê berdan ez ê ji pêş edliyeyê neçim. Avahiya edliyeyê bûye mala min. Ez di cejnê de ne li cem zarok û neviyên xwe bim ez ê li vir bim. Bila qeydên nexweşxaneyê bên dîtin û kesên komkujî pêk anîne bên girtin. Ne yek du kesan malbata min kuştin. Gelek kes hebûn. Bi zilmeke mezin kuştin. Bila cezayên xwe bikişînin. Çima tên berdan. Heta ku Fadilê min neyê ez nikarim li malê rûnim, rûniştin ji min re qedexe ye. Piştî cejnê ez ê êvariyan jî neçim malê. Ez ê bi şev jî li pêş edliyeyê razêm. Êdî bes e. Bila kurê min berd in. Bi van re wijdan nîne?”   ‘KOMKUJIYEKE ORGANÎZEKIRÎ HEYE’   Malbatê di hesabên xwe yên medya dîjîtal de ev peyam parve kir: “Em nîv edaletê naxwazin, edaleta tam dixwazin. Ji Îdirê heta Edîrneyê ji Îzmîrê heta Şirnexê herkesê hînî heqîqetê bûn. Li nexweşxaneya dewletê komkujiyeke organîzekirî heye. Dîmenên kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê çima ji me û ji rayagiştî tên veşartin?”