‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’ 2022-04-27 14:17:45   AMED - Hevserokê Şaxa Sendîkaya SES’a Amedê Şiyar Guldîken diyar kir ku kedkarên tenduristiyê ku li nexweşxaneya zarokan a Amedê dixebitin bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin û wiha got: “Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe û mafên wan tên binpêkirin.”    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê têkildarî neheqiyên ku xebatkarên tenduristiyê li Nexweşxaneya Zarokan a Amedê rast tên, li pêşiya nexweşxaneyê daxuyaniyek dan. Endam û nûnerên Şaxa SES a Amedê beşdarî daxuyanî bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ne sedeqeyê lê heqê dixwazin” hatibû vekirin.   Hevserokê Şaxa SES a Amedê Şiyar Guldîken beriya daxuyaniyê axivî û anî ziman ku her ku diçe rewşa xebatkarên tenduristiyê xirabtir dibe û ev tişt got: “Di dema pandemiyê de ji ber xebata zêde me nekarî zarokên xwe jî bibînin. Wezîrê tenduristiyê û serokkomar digotin; ‘em ê çawa heqê xebatkarên tenduristiyê bidin?’ Lê di halê hazir de em dibînin ku heqê me nadin û mafên me binpê dikin. Rêveberiya nexweşxaneyê bang li xebatkar û nûnerên sendîkaya me dike û gefan li wan dixwe. Lê bila bizanin ku em vê yekê qebûl nakin. Em ê hem mafên xebatkarên xwe û hem jî dê yên nexweşan heta dawiyê biparêzin.”    ‘ÎDIAYA DESTHILATDARIYÊ VALA YE’   Piştre jî Sekretera Darayî ya Şaxa SES a Amedê Gulhan Tekîn daxuyanî xwend. Tekîn da zanîn ku bi sepanên guherandina cih û mobîngê dixwazin zextê li ser xebatkaran bikin û wiha domand: “Desthilatdarî bi îdiaya guherandina xizmetên tenduristiyê hat lê li hêla din em dibînin ku gel nikare xwe bigihîne xizmetên tenduristiyê û mafên xebatkarên tenduristiyê tên binpêkirin. Êdî xuya bû ku ew îdiaya desthilatdariyê vala ye. Bi nexweşxaneyên bajêran re alîgirên dewlemend dike û talana xwe didomîne.”    Tekîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku 2 hefte berê bi xebatkarên Nexeşxaneya  Zarokan a Amedê re anketek çêkirinê û encama ankete jî wiha parve kir:    “* Di nava 6 mehan de ji sedî 91’ê xebatkarên nexweşxaneyê rastî tundiyê hatine.  * Ji sedî 60’ê xebatkaran rastî mobîngê hatine. * Ji sedî 78’ê xebatkaran rastî cihêkariyê hatine. * Ji sedî 96’ê xebatkaran ji xizmeta xwarin û vexwarinê nerazî ne.  * Ji sedî 72’yê xebatkaran dixwazin ji vê nexweşxaneyê biçin.”