Ji girtî Sezaî Memîş agahî nayên girtin 2022-04-28 09:12:06 AMED -  Sirgûnên li Girtîgeha Amedê berdewam dikin. Bavê girtî Sezaî Memîş, Halîl Memîş diyar kir ku kurê wî deh roj berê sirgûnî Girtîgeha Tekîrdagê hatiye kirin û ji wê rojê ve tu agahiyan jê nagirin.  Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Amedê bi zext, îşkence û sirgûnan di rojevê de ye. Herî dawî girtî Sezaî Memîş sirgûnî Girtîgeha Tekîrdagê hatibû kirin. Bi ser sirgûnê re deh roj derbas bû lê malbat tu agahî jê negirtine.Tekîldarî mijarê bavê Memîş, Halîl Memîş ji ajansa me re axivî.    Halîl Memîş, destnîşan kir ku bigumane ku kurê wî ji aliyê dewletê ve hatibe windakirin û ev tiş anî ziman: “Kurê min ev bû 4 sal û nîv di girtîgehê de ye. Berê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bû lê piştre veguhestin  Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Amedê. Li wir jî her tim zilm û heqaret li ser wan hebû. Niha jî sirgun kirine. Kurê min winda ye û haya me jê tune ye. Anku sirgun dikin lê agahî nadin malbatan. Tiştekî wiha li tu deverekê nîne. Di roja duşemê de em li ser telefonê bi hev re axivîn û em ê biçûna hevdîtinê. Di roja sêşemê de me xwe amade kir ku biçin hevdîtinê. Malbatên ku çûbûn hevdîtinê ji me re agahî dan û gotin ku Sezayî bi şev sirgunî Girtîgeha Tekîrdagê hatiye kirin.”    ‘TIRSA ME EW E KU WINDA KIRIBIN’   Di berdewema axaftina xwe de Memîş bal kişand ser zext û tundiyên li ser girtiyan û axaftina xwe wiha dom kir: “Berî sirgunkirine jî her tim li ser wan zext û îşkence hebûn. Xwirina wan kêm dikirin. Dema diçûn nexweşxaneyê, jê re digotin cilên xwe bêxin, devê xwe vekin. Girtiyan jî ev yek qebûl nedikirin. Dema li hemberî wan sepanan bertek nîşan didan wê gavê jî îşkence û zext zêdetir dikirin. Dema em diçûn hevdîtinê heman tişt li me dikirin. Ji xwe cîhaz li wir heye lê ser re digotin kincên xwe bêxin û li serme digeriyan. Ev ne lêgerîn lê tacîz e. Bi sirgûnkirine ceza didin malbatan. Ji bo ku em aliye abariye de tekevin tengasîye zarokên me sirgun dikin. Ew qas rê em dê çawa biçin. Lê wek malbat em jî vî zilmî qebûl nakin. Ew berin ku jî em dê pêy zarokên xwe bin. Li gorî qanûnên xwe divê me agahdar bikin. Em nizanine ku dê çi bûyê. Em ditirsin ku winda kirine.”   ‘NE TENÊ ÎMRALI, HEMÛ KURD DI BIN TECRÎDÊ DE NE’   Memîş, diyar kir ku tecrîd ne tenê li Îmraliyê li ser hemû kurdan heye û wiha got: “AKP-MHP a faşîst dibêjin ‘em ê heqaret û îşkenceyê li zarokên we bikin.’ Heta serê derziyê jî ruh di canê me de hebe, em ê vê yekê qebûl nekin. Her tim li ser girtiyan digrin û dest didin ser, pirtûk, kinc û çaya wan. Lê dema desthilatdariya AKP-MHP’ê li hemberî kurdan ew dijminatî kir, gelê kurd wê çawa wan qebûl bike? Gelê kurd tu carî qebûl nake. Qey girtiyên me dîl girtine? Ne tenê Girtîgeha Amedê, hemû girtîgeh wisa ne. Zarokên me çi kiriye? Wek wan dizî nekirine. Doza zimanê xwe û mafê xwe kirine. Armanca dewletê ew e ku gelê kurd tune bike. Lê çi bikin jî nikarin bigihîjin armanca xwe. Em çend milyon in. Îro tecrîd ne tenê li Îmraliyê heye, kurd hemû di bin tecrîdê de ne.”   BI DEREWÊN ŞAHIDEKÎ 40 SAL CEZA DAN   Memîş, da zanîn ku kurê wî li ser derewên şahidekî hatiye girtin û 40 sal jî ceza lê hatiye birîn û wiha qal kir: “5 mehan li malê di hundir de bû. Hatin bi ser malê de girtin û bêhincet birin. Paşê gotin me li Wanê girtiyê. Dadgehê ber dida û piştre jî polîsan bi ser malê de digirtin. Paşê li dadgehê şahidekî îftîra li kurê min kir. Şahid got ku li Agiriyê dema bi polîsan re rûniştî, polîsan jê re gotiye ku derheqê Sezayî de îfadeyan bide. Şahidî di dadgehê de got ku îftîra li Sezayî kiriye. Lê tevî vê yekê jî dadgehê 40 sal ceza dan. Ev ceza ji hêla Dadgeha Bilind ve hate xerakirin û doza wî berdewam dike. Heke bi qanûnên bikiran, ev zilm û zordarî jî nedibû.”   ‘BILA WEZÎR WERE EM BINÊRIN BÊ KA ÎŞKENCE HEYE YAN NA’   Bi domdarî Memîş gotina wezîrê edaletê ya “Li girtîgehan zext û îşkence tune ye” bi bîr xist û wiha bertek nîşan da: “Li gorî wezîrê edaletê li girtîgehan her tişt baş e. Bila wezîrê edaletê were em bi hev re dîmenên girtîgehe temaşe bikin bê ka çi îşkence di girtîgehan de hene. Bila zext û îşkence li zarokên me nekin. Wan jî di Newrozê de dît ku gel dibêje; ‘Girtiyên siyasî rûmeta me ne.’ Bila fehm bikin. Malbatên me teslîm nabin. Heqê wezîrê edaletê nîne ku kurê min sirgûn bike û tu agahiyan nede me.”   ‘XWEDÎ LI GIRTIYAN DERBIKEVIN’   Di dawiya axaftina xwe de Memîş ji bo piştgiriya bi girtiyan re bang li her kesî kir û ev tişt anî ziman: “Ez bang li hemû malbat, sazî, gel û kesen ku ji xwe re dibêjin ez insanim dikim ku xwedî li girtî û malbatan derbikevin. Di zindanan de îşkenceyeke mezin heye. Hêj dereng nebûyî bila piştgiriyê bidin girtiyan. Xwedîderketin peywirekî exlaqî û mirovî ye.”