Nîşeyên ku 10 sal berê girtiye kirin hinceta cezayê hucreyê 2022-04-28 10:29:49   AFYON - Li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê, ji ber nîşeyên ku ji pirtûkeke ku 10 sal berê xwendiye girtiye, 15 roj cezayê hucreyê li girtî Îzzethat Aykût ê 27 sal in girtî ye hat birîn.    Li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê, ji ber nivîsên ku di sala 2012'an de nivîsandiye, 15 roj cezayê hucreyê li girtî Îzzethat Aykût (48) hat birîn. Aykût, di 12'ê nîsaê de bi malbata xwe re bi telefonê axivî û ragihand ku ji ber nîşeyên ku ji pirtûkeke ku 10 berê xwendiye girtiye ceza lê hatiye birin.    SIRGÛNÎ 6 GIRTÎGEHAN HATIYE KIRIN    Aykut, ev 27 sal in girtî ye û di sala 1993’yan de bi îdiaya “Alîkariya bi rêxistinê re” li Amedê hate girtin. Aykut, ewil li Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate ragirtin û piştre jî li gorî rêzê  li girtîgehên Kocaelî, Bolu, Mûş, Wan, Dîlok û Afyonê hate veguhestin. Ev du sal in jî li Girtîgeha Tîpa T a Boluyê tê ragirtin. Tê payîn ku cezayê Aykut dê di tebaxa 2023’yan de xelas bibe û were berdan.    Biraziya Aykut, Şehrîvan Aykut têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî û da zanîn ku di 12’ê nîsanê de li ser telefonê bi mamê xwe re axiviye. Aykut, diyar kir ku di dema girtinê de mamê wê gelek caran rastî binpêkirinan hatiye û wiha got: “Di hevdîtina dawî de mamê min got ku cezayê hucreyê li wî hatiye birîn. Li dijî vê biryarê li rêveberiya girtîgehê îtîraz kiriye lê ev îtîraza wî hatiye redkirin.”    HINCET NÎŞEYÊN GIRTINE   Aykût, da zanîn ku 10 sal berê dema lêgerîna qawişê gardiyanan pirtûkên ku apê wê xwendine û nîşeyên ku ji wan girtine desteser kirine û wiha got: "Ji bo lêpirsînê weke hincet jî 'xebatên perwerdeyê yên rêxistinên sûc û çalakiyan' nîşan dane, lê apê min got, 'Di nîşeyên min de nêrînên min ên şexsî hene, tu kes û saziyan hedef nîşan nedaye.Vê derbarê de peyvek jî tuneye. Nîşeyên min ji bo agahiyê ne û ji pirtûkên cuda hatine girtin. Nîşeyên min girtine ne qedexe ne'. Nîşeyên ku apê min nivîsandine 2 berê kontrol kirine û danê."   ÎTÎRAZAN RED DIKIN   Di berdewamê de Aykût, destnîşan kir ku rewşa apê wê di hêla tenduristiyê de ne baş e û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku ji dilê xwe diêşê divê emeliyat bibe, lê rêveberiya girtîgehê ji bo nexweşxaneyê zehmetiyan derdixe. Ji ber nexweşiya parêzê nikare xwarinên girtîgehê bixwe. Li Girtîgeha Afyonê mehmeleya xerab li girtiyên siyasî tê kirin. Pirtûkên girtiyan desteser dikin. Rêveberiya girtîgehê ji me re dibêje, 'Ji 2 mehan carekê agahiyên xwe yên ragihandinê nû bikin'. Bi van hincetan pirsgirêkan derdixin. Ji bo lêgerîna bidîmen ji herkesî pere digirin, lê destûr nadin em bidîmen hevdîtin bikin. Dema em pirsa vê jî dikin, rêveberiya girtîgehê dibêje, 'Ji terorê re dîmen tuneye'. Apê min timik van neheqiyan bi daxwaznameyan îtîraz dike, lê îtîrazên wî tên redkirin."   'EM AGAHÎ NAGIRIN'   Aykût, got ku li girtîgehan gelek girtî jiyana xwe ji dest didin, ji bo ev pêk neyên bila herkes deng derxe û ev fikar kirin: "Weke malbat hefteyeke em agahî nagirin û ji ber tenduristiya wî em gelek bifikar in."   MA / Delal Akyuz