Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne 2022-04-28 12:17:08     WAN - Rêxistina HDP’ê ya Wanê êrişa Tirkiyeyê ya bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê daye bi daxuyaniyeke girseyî protesto kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê di şer de PDK’ê bi kar tîne.   Êrişa Tirkiyeyê ku di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin, berdewam dike. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê bi tevlibûna gelek kesan li pêşiya avahiya HDP’a Artêmetanê daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla Hevserokê Rêxistina HDP’a Erdîşê Bayram Çîçek ve hate xwendin û Çîçek diyar kir ku hem PDK û hem jî desthilatdariya AKP-MHP’ê dê hesabê bidin gel.    Bayram Çîçek anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê pêşeroja xwe û ya welêt weke hev dibîne û wiha got: “Bi destpêkirina pêvajoya şer û polîtîkayên ewlekariyê re hemû çavkaniyên welêt tên xerckirin. Ev polîtîka jî pariyê nanê xelkê kêm dike û welêt ber bi faşîzmeke tarî ve dibe. Bidawîkirina pêvajoya aştiyê bi kêrî polîtîkaya şer hat. Di halê hazir de êrişên li dijî xaka Herêma Federal a Kurdistanê hatine destpêkirin, ne tenê rê li ber mirinan vedike. Di heman demê de rê li ber tunekirina xwezayê û valakirina jîngehan jî vedike. Li gorî agahiyên bi raya giştî re hatine parvekirin, bi bikaranîna çekên kîmyewî û yên din re jiyana xwezayî bi tevahî tê tunekirin. Bi balafirên bêmirov re jîngeh û nexweşxane hedef tên girtin û bi van êrişan re jî mafê jiyanê tê binpêkirin.”   ÎNKARKIRINA GELÊ KURD E   Bi domdarî Çîçek destnîşan kir ku polîtîkaya ewlekariyê li rexekî gelê kurd neçarî xizaniyê, li rexa din jî gelên herêmê terkî rejîmên dijdemokratîk, nîjadperest û komprodor dike. Çîçek, daxuyanî wiha domand: “Ev rejîm; li şûna ku bacên ji gel werdigirin ji bo xizmetên civakî bi kar bînin, bi pergala darbe-qeyûman re ji bo polîtîkaya şer xerc dikin û daxwaza aştiyê ya gel jî tune dihesibînin. Aştiyeke ku li ser bingeha wekheviya hemû gel û baweriyan tê avakirin, tekane rêbaze ku dê Rojhilata Navîn pê rizgar bibe. Polîtîkayên nîjadperestî, pişaftin û mêtingeriyê ne ji hêla gelê kurd ve û ne jî dê ji hêla gelên Rojhilata Navîn ve werin qebûlkirin. Sînorên ku emperyalîst û netewe dewletan xêz kirine û polîtîkayên wan ne li gorî rastiya gelên me ne. Di bingeha hemû krîzên ku niha li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê heyî de înkarkirina mafên bingehîn a gelê kurd e.”    3 TRÎLYON BO ŞER XERC KIRINE   Di berdewamê de Çîçek diyar kir ku li gorî hesabên îro, Tirkiyeyê di navbera salên 2016-2022’yan de ji ber polîtîkaya şer heta niha nêzî 3 trîlyon lîre pere xerc kiriye û wiha pê de çû: “Diviya bû ev pereye ji bo îstîhdam, veguhestin, perwerde û mîosgeriya civakî ya gel bihata bikaranîn. Weke ku tê dîtin heke aştî nebe, xweşguzarî jî nîne. Heke aştî nebe; pergala bêkarî, efnlasyon, zem, zilm, zordarî û îşkenceyê heye. Yek ji sedema bingehîn a krîza aborî ya li Tirkiyeyê jî pergala nelirêtiyê ya AKP’ê û polîtîkaya şer e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê baş pê dizane ku dê di hilbijartinê de têk biçe. Lewma ji bo pêşîlêgirtina vê têkçûna xwe, serî li polîtîkayên ewlekariyê didin. Lê ev polîtîka dê nekare wan xelas bike. Ne gelê kurd û ne jî gelên Tirkiyeyê bi vî şerî re nînin. Tu dayik, bav û mirov bi vê pêvajoya şer re nînin.”    ‘KDP A NOKER DÊ HESAB BIDE’   Çîçek bal kişand ser rola PDK’ê ya di şer de û daxuyanî wiha qedand: “Hewldana me ji bo welatekî demokratîk û aştîxwaz e. Tu feydeyê şer ji bo gelên me nîne. Gelên me her tim desthilatdariyên ku di şer de israr kirine, ji peywirê girtine. Dê dawiya desthilatdariya AKP’ê jî bi vê sedemê be. Gelên me ne şer lê aştiyê dixwazin. Dê bersiva xwe jî li ser sindoqê bide. Ev dawî dê tenê nebe dawiya desthilatdariya AKP-MHP’ê lê ji bo hevkarê van êrişan PDK’ê jî derbasdar e. Ji bo ku dersekî dîrokî bidin desthilatdariya ku di vê polîtîkayê de israr dike, çi ji destê me bê em ê bikin. Em kes bi kes, mal bi mal, kolan bi kolan bigerin û vê polîtîkayê derhî bikin. Banga me ji bo gelên me ew e ku li dijî şer aştiyê û li dijî mirinê jî jiyanê biparêzin.”   Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç jî piştî daxuyaniyê axivî. Sarisaç got ku AKP-MHP di êrişê de PDK’ê bi kar tînin û wiha got: “Tevî AKP-MHP û PDK’ê jî em ê bi ser kevin.”