Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin 2022-04-28 13:58:51   MÊRDÎN - Tîma Yenî Kiziltepe Sporê ku qeyûmê Qoserê “Serokê Rûmetiyê” yê tîmê bû, bi awayekî bêdeng hate firotin.    Qeyûmê Şaredariya Qoser a Mêrdînê, Tîma Yenî Kiziltepe Sporê weke alternatîfa tîma Kiziltepe Belediye Sporê ava kiribû. Hat zanîn ku Tîma Yenî Kiziltepe Sporê firotin koma Bursayê ya Hekîmoglu Global Connect Travelê. Tîma ku ji hêla rêveberiya qeyûm ve hatibû avakirin, bi saya xerckirina milyonan, di beşa voleybolê de derketibû Lîga AXA Sîgorta Efelerê. Tîm, bi rengekî bêdeng hate firotin. Hat zanîn ku tîmê îdia dikir ku ji hêla aborî ve piştgirî pê re nayê kirin û ji ber ku rêveberiya qeyûm êdî pere pê re nedigihijandin, biryara firotina wê hatiye dayîn.    Tîma ku serokatiya wê Turgut Cevheroglu dikir hate firotin lê qeyûmê Şaredariya Qoserê Huseyîn Çam ku “Serokê Rûmetiyê” yê tîmê bû, têkildarî mijarê tu daxuyanî nedan.    Piştî ku Çam weke qeyûm tayînî Şaredariya Qoserê hatiye kirin, weke destpêkê xwest ku rêveberiya tîma Kiziltepe Belediye Sporê bi dest bixe. Lê ev daxwaza wî pêk nehat û li ser vê yekê jî alîkariya şaredariyê ya ji bo tîmî bi dawî kir. Rêveberiya qeyûm piştre jî weke alternatîf tîma Yenî Kiziltepe Sporê ava kir û Huseyîn Çam jî weke “Serokê rûmetiyê” destnîşan kir. Li ser hev transfer hatin kirin û tîm derket Lîga AXA Sîgorta Efelerê û bi Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu re jî wêne kişandibûn.