Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin 2022-04-28 14:19:41   ENQERE - Di danişîna Doza Kobanê de siyasetmedar Zeynep Olbecî, xebatên jinan ên li şaredariyên HDP'ê vegot û wiha got: "Paradîgmaya Demokratîk, ekolîk û azadiya jinê, li qadên hilberandinê cihgirtina wekhev a jinan esas digire."    Danişîna 12’emîn a Doza Kobanê di roja 3’yemîn de li Eywana Danişînê ya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. 21 jê girtî 108 siyasetmedarên kurd ji dozê tên darizandin. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, gelek parlamenter û rêveberên HDP’ê û parêzer tev li danişînê bûn. Siyasetmedarên girtî li eywana danişînê amade ne û girtiyên li girtîgehên din jî tên ragirtin bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    Bi heyeta dadgehê re danişînê dest pê kir. Piştî xwendina ewraqên ku hatibûn danişîn bi parastina Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Zeynep Olbecî berdewam kir. Di parastina xwe de siyasetmedar Olbecî, qala zextên li ser HDP'ê kir û xebatên jinan ên li şaredariyên HDP'ê vegot. Piştre Olbecî, destnîşan kir ku hevserokatî bi têkoşîna jinan hatiye bidestxistin û wiha got: "Paradîgmaya Demokratîk, ekolîk û azadiya jinê, li qadên hilberandinê cihgirtina wekhev a jinan esas digire."