Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin 2022-04-28 20:04:22   RIHA - Platforma  Ked û Demokrasiyê ya Amedê bû mêvanê Sifreya Edaletê y Malbata Şenyaşar û banga "Bila êdî qîrîna edaletê ya vê dayikê were bihîstin" kir.    Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 416'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber edliyê li benda fitar3e sekinîn. Mêvanê îro yê Sifreya Edaletê yê malbatê pêkahetyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bûn.    Serokê TUM BEL-SEN'a Şaxa Amedê Mehmet Candar li ser navê pêkhateyên Platformê têkildarî daxwaza edaletê ya malbatê axivî û got: "Emîne Şenyaşar 416 roj in berxwedanek bi rûmet nîşan dide. Her roj bêedaletiyê tîne ziman. Qetlîma hat kirin têr nake li ser vê jî ferdê malbatê xistin hepsê. Heta ku daxwazên malbatê bicih werin em ê li vir bin. Em dixwazin kujer werin cezakirin. Emîne Şenyaşar ji bo her kesî edaletê dixwaze. Bila êdî qîrîna edaletê ya vê dayikê were bihîstin."    Pişt re bi banga ezanê re malbatê û mêvanan bi hev re fitara xwe kirin.