ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-29 09:00:13 * Endamê PM’ê yê DBP’ê Salih Mevalî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li ser axa Başûrê Kurdistanê pêk tên da û got: “Wê dîrok xiyaneta malbata Barzanî binivisîne."  * Rêvebera OHD’a Wanê Leyla Kaplan diyar kir ku girtî her roj bi binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin û ji bo ev binpêkirin bi dawî bibin divê xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin.    * Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol têkildarî qetilkirina sê ferdên malbata Şenyaşar axivî û got: “Yên ku ji qetlîamê re nebûn asteng û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in.”   * Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin diyar kir ku qeyûm du eraziyên şaredariyê firotiye alîgiran û mal û milkê şaredariyê tê talankirin.   * Têkildarî zarokên bi navê Harun Dalmiş û Ayşenûr Geçît ku di sala 2016'an de teqemenî bi wan ve teqiya û jiyana xwe ji dest dan, hê doz nehatiye vekirin.   * Nûnerên rêxistinên kedê û karkeran banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê kirin û xwestin her kes bi têkoşîna hevpar li dijî şer rabe.     * Malbata Herman 50 sal in bi firotina şîrînahiyê debara xwe dike. Malbat dibêje ji ber krîza aborî êdî nema ew karê xwe bikin. Malbatê got par 50 kîlo şekir bi 200 lîreyî bû lê îsal derketiye 900 lîreyî.    * Gorkem Ozdal anî ziman ku krîza aborî û polîtîkayên şer sewalvaniyê qedandiye û çareserî di pergala demokratîk de ye    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 417'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer dê li Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ya 6'emîn bê lidarxistin. Beriya danişînê dê HDP li ber edliyeyê daxuyanî bide. (08.30-09.00)   * Danişîna 12'emîn a Doza Kobanê dê berdewam bike. (10.00)    * Li Stenbol, Mêrsîn û Amedê dê têkildarî 1'ê Gulanê de bîranîn û daxuyanî bên lidarxistin. (11.00-17.30)   * Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD'ê dê lîsteya girtiyên nexweş bi civîna çapemeniyê li avahiya navenda xwe eşkere bike. (12.00)   * ÎHD'a Amedê dê rapora binpêkirina mafan a derbarê girtîgehên wek Baybûr, Oltuya Erziromê, Dumlu û Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S'yê de li avahiya xwe eşkere bike. (12.00)