6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin! 2022-04-29 09:07:02 ŞIRNEX - Têkildarî zarokên bi navê Harun Dalmiş û Ayşenûr Geçît ku di sala 2016'an de teqemenî bi wan ve teqiya û jiyana xwe ji dest dan, hê doz nehatiye vekirin.  Di ser qedexeya derketina derve ku li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê pêk hatin re 6 sal derbas bûn. Di van qedexeyên derketin derve de 16 zarok ji ber teqemeniyên ku ji ber şer mabûn û bi wan ve teqiyan jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan kes jî birîndar bûn. Di 10'ê Adara 2018'an de zarokê bi navê Berat Oktay ê 10 salî jiyana xwe ji dest da û Îbrahîm Akdag ê ku li heman taxê bû jî di encama teqîna teqemeniya li baxçeyê mala xwe de bi giranî birîndar bibû. Li bajarên weke Şirnex, Cizîr, Silopiya, Hezex, Gever, Nisêbîn, Licê, Şemzînan, Sûrê hê jî teqemenî ji bo zarok û sivîlan xeteriyeke mezin e. Herî dawî li gundê Kîwex yê girêdahî navçeya Hezexê 2 zarok dema ku li hewyanên xwe yên wendayî digeriyan di encama teqîna teqemeniyê de birîndar bûbûn. Yek ji kesên ku di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dabûn jî zarokê bi navê Harun Dalmiş (4) û Ayşenûr Geçît (6) salî bûn.    Herdû zarokên ku di 31'ê Adara 2016'an de li taxa Cudî ya girêdayî navçeya Cizîra Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn, hê doza wan nehatiye vekirin. Piştî ku li ser bûyerê 2 sal derbas bûn nû îfadeyên malbatan hat girtin. Malbat dixwazin doz bê vekirin lê bi hêceta ku “rapora pispor” tune ye doz nayê vekirin.    Bavê Harun Dalmiş, Abdurrahman Dalmiş diyar kir ku ew dixwazin ku edelet were bicihanîn.    6 SAL IN DOZ NEHATIYE VEKIRIN   Abdurrahman Dalmiş anî ziman ku bi salan e ew li bendê ne ku doz bê vekirin, lê heta niha encamek negirtine û wiha axivî: "Wê demê li Cizîrê şer hebû. Piştî ku şer sekinî em hatin Cizîrê. Di roja 3'emîn de bû, Harûn û keça cîrana me Ayşenûr  çend metre dûrî malê ji xwe re dilîstin. Teqemenî bi wan ve teqiya. Me wan ji cihê bûyerê bi birîndarî rakir nexweşxaneyê. Lê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Derbarê bûyerê de îfadeyên me nehatin girtin. Kes li ser bûyerê nesekinî. Piştî 2 sal li ser bûyerê derbas bûn nû hatin îfadeyê me girtin. Dema ku îfadeyên me girtin jî neyînî bûn. Weke ku ser bûyerê bigirin nêzîkî me bûn. Êdî ji xwe kesek nehat û doz jî venebû.”    'EM EDELETÊ DIXWAZIN'    Dalmiş bi lêv kir ku dema ku mijar dibe kurd û zarokên kurdan nêzîkatiya rayedaran diguhere û wiha got: "Ne şervan bûn, zarok bûn. Ez 2-3 caran çûm cem dozgeriyê û min pirs kir. Lê dozgeriyê her carê ji min re got, 'rapora pispor’ tune ye. Min jê re got ma heyeta pispor miriye, çi jê hatiye? Ji ber xemsariya rayedaran ev der nehatin paqijkirin û dibe sedema kuştina zarokên me. Kurd bên girtin, bên kuştin, bên windakirin jî ne di xema wan de ye. Ji ber vê yekê ye ku ser dozan digirin. Zarokên kurd li ber deriyê mala xwe tên kuştin. Heke li rojavayê Tirkiyeyê tişteke wisa çê bibe wê qiyametê rakin. Lê dema ku li vir çêdibe kesek dengê xwe nake. Çend meh beriya niha jî wesayîta polîsan li ciwanekî me qeliband û ew kuştin. Gelo ma êdî ne bes e. Em edeletê dixwazin. Ev kesên ku bûne sedema mirina zarokên me divê bên cezakirin."    MA / Zeynep Dûrgût