Olûç: Di kuştina Poyraz de hêzên siyasî û burokratîk kî ne? 2022-04-29 09:59:55   ÎZMÎR - Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Olûç beriya doza Denîz Poyraz li ber edliyê axivî û got: “Gelo yên qetlîamê plan kirine kî ne? Gelo hêza siyasî û hêzên burokratîk ên qetlîamê dane kirin kî ne?”   Danîşan 3’yemîn a derbarê kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer de hatiye vekirin dê li Dadgeha Cezayê  Giran a Îzmîrê ya 6’emîn bê lidarxistin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û pêkhateyên wê beriya danişînê li ber edliyeyê daxuyanî dan. Dovîz û pankart hatin hildan û vekirin û dirûşmên wek “Denîz Poyraz nemir e” û “HDP gel e, gel li vir e” hatin berzkirin.  Dayik û bavê Denîz Poyraz, Fehîme û Abdulîlah, Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Olûç, parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Murat Çepnî, Dilşad Canbaz, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, nûnerên rêxistinên sivîl û nûnerên partiyên pêkhateyên HDP’ê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.    ÊRIŞEK SIYASÎ YE    Saruhan Olûç di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku pergala hiqûqa Tirkiyeyê ketiye bin kontrola îktidarê û bûye mîna pêlîstokan û ji ber vê yekê jî tu kes bersivê ji hiqûqê nagire. Olûç destnîşan kir ku ev qetlîam tenê ne bi destê kesekî pêk hatiye û wiha got: “Li Tirkiyeyê her tim li pişt van êriş û qetlîamên siyasî çeteyên di nava dewletê de û hêzên tarî hene. Tevahiya êrişan hemû wisa pêk hatine. Ev çeteyên tarî yên di nava dewletê de her tim hatine parastin. Hevala me Denîz Poyraz jî bi vî awayî hatiye qetilkirin.”    PLANGER KÎ NE?    Olûç li kesên ku qetlîam bi kujer dane kirin pirsî û wiha got: “Yên ku wê qetlîamê plan kirin kî ne? Yên ku wî kujerî perwerde kirine kî ne, hêza siyasî û hêza burokratîk ku qetlîam pê dane kirin kî ne? Me got divê ev werin eşkerekirin, lê ji roja ewil ve pirsên me li benda bersivê ne. Mixabin ji wê rojê heta îro heyeta dadgehê tu gavek neavêtiye û tiştek nekiriye. Çima, hûn çi vedişêrin? Hûn çi diparêzin? Em ê heta dawiyê van pirsan bikin.”    Olûç di berdewamiya axaftina xwe de biryara cezakirina yên ji Doza Geziyê dihatin darizandin jî rexne kir û got dar li gorî daxwaz û fermana îktidarê biryar dide. Olûç anî ziman ku heta ew çeteyên tarî derxin holê dê têkoşîna xwe bidomînin.