Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir 2022-04-29 12:49:56   ÎZMÎR - Parêzerên doza Denîz Poyraz heyeta dadgehê red kirin. Parêzer Turkan Aslan got: “Sî ketiye ser bêterefiya we. Nijadperest û endamên SADAT’ê tên veşartin.” Danişîn taloqî 18’ê tîrmehê hat kirin.     Danişîna 3’yemîn a doza kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer li Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ya 6’emîn berdewam dike.    Piştî navberek kirn danişînê dîsa dest pê kir. Parêzerê kujer axivî û diyar kir ku belgeya rayeya hukmê hatiye dayîn derbasdar e û wê ev biryar rastiya madî dernexe holê, dê dozê dirêj bike û xwest ji biryarê lêpoşmanbûn bê kirin.      HEYETA DADGEHÊ HAT REDKIRIN    Pişt re Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel axivî û got: “Ez parêzerek xwedî bi erk im. We ji bo min raste rast mafê kirina pirsan bêderfet kir. We vê dozê veguherand halek sanal. Bersûc, dadger guhê li xwe axaftinan girtine. Ji ber bersûc ne li vir e, şahid ne li vir tên guhdarîkirin, darizandin nayê kirin. Em dixwazin darizandin bi şiklek adilane were kirin. Bila ewilî dadgeha we ji dozê vekişe. Hêcetên we di biryarên navberê de ava kirin, bêterefî û serbixwebûnê ji holê radike. Lewma em heyeta dadgehê red dikin. Em ji bo vî welatî edaletê dixwazin. Em dixwazin hêzên li pişt qetlîamê derkevin holê. We bi biryara ku daye li pişt vê yekê disekinin. Em her endamên we red dikin.”    BELGEYA RAYEYÊ NEHAT QEBÛLKIRIN    Serokê dadgehê rayedarkirina Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel qebûl nekir.    ‘EM HEYETA WE RED DIKIN’    Parêzer belgeya rayeyê pêşkêş kir lê daxwaz hat redkirin. Li ser vê yekê ji parêzerên dozê Turkan Aslan Agaç axivî û wiha got: “Bêterefî û serbixwebûna dadgeha we nemaye. Wek ku serokê baroya me got, em jî dibêjin em hemû endamên heyeta we red dikin. Tu rayeyek nijadperestan nîne ku sûc bikin. Ji wêneyên ku parve kiriye diyar e ku nijadperest e. Di dema lêpirsînê de hat parastin. Biryarên ku dadgeh ji serê sibehê ve dide, yenî mîna pêvajoya lêpirsînê ye. Ev tevgerek ku nijadperest û endamên SADAT’ê vedişêre ye. Tu azadiyek ku ew bersûcê we xistiye ekranê sûc bike nîne. Divê we biryarên navber li gorî qanûn û hiqûqê ava bikira. Ji ber ku bêterefiya we ji holê rabû, ez dixwazim hûn ji dozê vekişin. Heke hûn venakişin jî ez tevahiya heyeta we red dikim.”    BERDEWAMIYA GIRTINÊ   Dozger xwest heyeta dadgehê têkildarî daxwazên reda dadgerî karûbar bên kirin û biryara berdewamiya girtina kujer Gencer da.   Serokê dadgehê derbarê beşdariya SEGBÎS’ê de ji kujer Onur Gencer kir. Parêzer û yên li eywanê amade bûn bertek nîşanî serokê dadgehê dan.    DAXISTINA TAHRÎKÊ XWEST    Kujer Gencer heqaret li HDP’ê kirin û got: “Ez dixwazim derbarê min de daxistina tahrîkê bê kirin.” Parêzeran berê xwe da heyeta dadgehê û gotin: “Vê wêrekî û hêzê we daye bersûc.”    HEQARET LI HDP’IYAN KIR    Kujer ji endam û rêveberên HDP’ê yên li ewyanê amade bûn re got, “terorîst” û li ser vê yekê endam û rêveberên HDP’ê bertek nîşan dan. Li ser vê yekê rageşî li eywanê qewimî. Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşan da û got: “Hûn nikarin destûrê bidin ku kujer heqaretê li me bike. Li ber çavê we ji me re dibêje ‘terorîst’. Em partiyek ku siyaseta demokratîk dikin. Kes nikare wan gotinan ji me re bêje.”    KUJER HEQARETAN DEWAM KIR    Serokê dadgehê daxwaza anîna kujer a danişînê red kir. Karmendên wezîfedar ên li cem kujer jî li ber heqaretên wî dengê xwe dernexist. Beşdarên danişînê bertek nîşanî kujer û heyeta dadgehê dan û gotin, “hûn kujer daparêzin.”    DÊ DANIŞÎNEK DIN KUJER BÎNIN EYWANÊ    Heyeta dadgehê biryara xwe navberê eşkere kir û daxwaza ku heyet ji dozê vekişe red kir û biryar da ku daxwaza reda dadgerî ji Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ya 7’emîn re bê şandin. Dadger biryar da ku bersûc Onur Gencer girtî bê darizandin û biryara di danişînek din de li eywanê beşdarî danişînê bibe da.    Danişîn taloqî 18’ê tîrmehê hat kirin.