Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin 2022-04-29 12:52:54   ÎZMÎR - Parêzera malbata Denîz Poyraz, Turkan Aslan bertek nîşanî nehatina kujer Onur Gencer a eywana danişînê da û wiha got: “Bersûc di SEGBÎS’ê de destê xwe daniye ser patika xwe û bêyî ku şerm bike dikene. Di rûniştina din de bav û birayê wî li vir bûn. Lê em hîn bûn ku xwe ji şahidiyê vekişandine.”    Kujer Onur Gencer di 17’ê hezîrana sala 2021’an de êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir û Denîz Poyraz qetil kir. 3’yemîn danişîna doza ku derheqê kujer Gencer de hatiye vekirin îro li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Bayrakli ya Îzmîrê tê dîtin.    Di danişînê de li gel dayik û bavên Denîz Poyraz, Fehîme û Abdullîllah Poyraz, her wiha xwîşk û birayên wê, Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç, parlamenterên HDP’ê, parlamentere CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, geleke nûnerên Hêzên Ked û Demokrasiyê, rêxistinên girseyî yên demokratîk, sendika, rêxistinên jinan, rêxistinên hiqûqê, partiyên siyasî û gelek welatî jî amade bûn.    Kujer Onur Gencer bi rêya pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.    Serokê dadgehê beşdar hişyar kirin ku heke pergala danişînê were xerakirin dê gilî bike.    Piştre jî baroyên Wan, Riha û Sêrtê xwestin ku beşdarî dozê bibin.    ‘ÊRIŞEKE NEMERDANE YE’   Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel di danişînê de diyar kir ku ev ne doza kuştina kesekî ji hêla kesekê din ve ye û wiha got: “Êrişeke li dijî mafê azadiya xwebirêxistinkirinê û mafê jiyanê ye. Armanc ne tenê kesek bû. Dê hemû kesên li wir qetil bikira. Êrişeke nemerdane ya zîhniyeta cihêkariyê ye. Divê hûn daxwaza beşdarîbûna dozê ya baroyan qebûl bikin. Faîle ku ev cînayete nemerdane kiriye, niha direve. Ew qas tirsoneke ku xwest bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibe. Jêpirsîna wî hêj xelas nebûye û bi vê yekê rêgeza rûbirûtiyê tê binpêkirin. Dê min pirsa çendek wêneyan bikira lê nakim. Di danişînê de usûlê darizandinê tê binpêkirin. Hûn ê li ser SEGBÎS’ê çawa bizanin bê ka ev kes dema li ber guhê karmend diaxive ji wî re çi dibêje?”    QAŞO JI BI DESTWERDANA KUJER BIKE HATIYE PEYWIRDARKIRIN!    Li ser vê bertekê jî serokê dadgehê ev îdia kir: “Ji bo ku dema bersûc tiştekî xerab dike bikare destwerdanê bike, min ew karmend peywirdar kir.” Yucel jî bertek nîşanî serokê dadgehê da û wiha got: “Ev kiryare dike ku darizandin baş çênebe. We berê SEGBÎS red kir. Hûn niha jî dikarin heman tiştî bikin. Divê li vê dere bersiva pirsan bide.”    DANIŞÎN BI SEDEMÊN TEKNÎKÎ SEKINΠ   Serokê dadgehê diyar kir ku heta demekî dê qeyd bên tomarkirin û piştre dê navberê bide. Serokê dadgehê bi sedema “Qeyda SEGBÎS’ê” danişîn da sekinandin.    ‘HINEK KESÊN AQIL DIDIN BERSÛC HENE’   Ji parêzerên dozê Turkan Aslan Agaç jî da zanîn ku ji bo rastiya madî ya di lêpirsînê de dernekeve holê, Serdozgeriya komarê ya Îzmîrê û Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê çi ji dest tê dikin û wiha domand: “Hemû kes baş pê dizane ku ev bûyer tenê kesekî nekiriye. Yên ku kujer sor kirine, alîkarî dayînê, piştgiriya lojîstîkê pê re kirin û aqil nîşanî wî dayîn hene. Nayê qebûlkirin ku dadgeha we mîna lêpirsîna dozger tevbigere. Di danişîna ewil de min daxwaznameyek da lê tenê daxwazeke min jî nehat bersivandin. We, hejmara şahidên ku li ser fermanê hatine zêde kirin. Dadgeha daxwaz qebûl kirin û bi fermanê re gelek şahidên li çar aliyên Tirkiyeyê hatin guhdarîkirin. We digot qey bi vê yekê re dê rastiya madî derkeve holê lê rastiya madî bi vî awayî dernakeve.”    ŞAHID LI SER FERMANÊ HATIN GUHDARÎKIRIN    Her wiha parêzer Agaç bal kişand ser biçûktiya eywana dadgehê û wiha bertek nîşan da: “Gelek kes li ser derenceyan rûnişitine. Gelek kes dixwazin dozê bişopînin ji ber ku êrişeke li dijî demokrasiye ye. Lê we daxwaza me ya ji bo eywaneke mezintir red kir. Ne pêkane ku em li ser bersûc xwe bigihînin delîlan. Di rewşeke wiha de midûriyet emniyetê û dozgeriya Îzmîrê nahêlin em xwe bigihînin delîlan. Li mala faîl lêgerîn tê kirin lê derheqê alavên dijîtal de pêşketinek tune ye. Heta niha ji bo berfirehkirina teqîbatê min 50 caran daxwaz kiriye lê yek jî nehatiye qebûlkirin. Dadgeha pirsên hewce nekirin. Faîl dibêje ku kî li avahiya HDP’ê hebûya dê bikuşta. Ev, cînayeteke siyasî ye. Lê tiştekî wiha di îdianameyê de nîne. Dozgeriyê lêpirsîneke wiha ya xerab meşand lê hûn ne mecbûr in ku tiştekî wiha bikin.”    MALBATA FAÎL XWE JI ŞAHIDIYÊ VEKIŞAND    Parêzer Agaç, da zanîn ku bav û birayê kujer di danişîna berê de beşdarî danişînê bûbûn lê niha nehatine û wiha pê de çû: “Em piştre hîn bûn ku xwe ji şahidiyê vekişandine. Şahidên ku li ser fermanê di dosyayê de cih girtin, diviya bû îfadeyên wan hatibûn girtin û li vir weke bersûc hatibûna rûniştandin. Ev kes, şahidên asayî nînin. Têkiliya wan bi bersûc re hene. Di destê min de ji bo her yekî pirsên cuda hene. Ez ê van kesan ji ku bibinim ku pirsên xwe jê bikim? We ev derfet ji destê me derxistin. Hemû kes li vir e lê bersûc li ku ye?”    ‘EZ Ê ÇAWA PIRSAN JI BERSÛC BIKIM?’   Agaç, bertek nîşanî kujerê ku li ser SEGBÎS’ê dikeniya da û got; “We bersûcê tirsonek dît?” Agaç, destên xwe danîn ser patika xwe û pozîsyona bersûc nîşan da. Bi domdarî Agaç ev tişt anî ziman: “Pozîsyona bersûc ev e û bêyî ku şerm bike dikene. Li Îzmîrê cînayeteke siyasî hate kirin û peywira we ew e ku hûn vê cînayetê ronî bikin. Zêdetirî 300 pirsên me hene. Min got ku me mafê xwe yê pirsan bo vê danişînê hiştibû. Baş e lê ez ê van pirsan ji kê bikim? Li ser SEGBÎS’ê destên xwe danîne ser patka xwe û bi kesekî li kêleka xwe re sihebetê dike. Kesekê ku ez nizanim li girtîgehê bi kê re dimîne, ez ê çi pirsan jê bikim? Hewceye ez ê li nava çavên wî binerim. Baş e hûn li ser SEGBÎS’ê çi dibînin? Ez ê pirsan bikim lê nizanim bi kê re diaxive. Ma ez ê pirsan ji kesekî wiha bikim? Na. Ne pêkane ku di rewşeke wiha de ev cinayet bê ronîkirin. Ji bo darizandineke adilane çêbibe divê bersûc were vê dere. Em dixwazin ku piştî nîvro bersûcî bînin eywana dadgehê.”   Şandeya dadgehê jî daxwazên beşdarbûna dozê ya baroyên Wan, Riha, Sêrt û Wanê red kir. Her wiha daxwaza parastina pêvek û berfirehkirina teqîbatê û anîna bersûc a eywana dadgehê jî ji hêla dadgehê ve hatin redkirin.    PIRSÊN PARÊZERAN HATE ASTENGKIRIN   Parêzer Agaç xwest ku parêzerên li eywanê yên belgeya rayeya wan heyî di girtekê de bên nivîsandin. Dema serokê dadgehê daxwaz bi endamên dadgehê re nîqaş dikir, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren got; “Hûn naxwazin rastiya madî derkeve holê lê qet nebe li gorî usûlê tevbigerin.”    Parêzer Agaç bertek nîşanî şandeya dadgehê da û ev tişt anî ziman: “Di danişîna duyemîn de piştî ku navên me hatin xwendin, bi taybet jî em hatin cem we û me got ku kesên bi belgeya rayeyê hatine peywirdarkirin werin qeydkirin. We wê demê qebûl kir. Belgeya rayeyê ya hemû hempîşeyên me yên li vir heye. Ez dixwazim ku navên wan bên qeydkirin.”    Serokê dadgehê jî biryar da ku tenê parêzerên daxwaza wan a tevlibûna dozê hatiye qebûlkirin bikarin di jêpirsîna çeperast a kujer Guncer de pirsan bikin û dê destûrê nede parêzerên ku belgeya wan a rayeyê heye.    Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel bertek nîşan da û got: “Darizandineke wiha nabe. 5 deqeyan navberê bidin û em ê biryarê bidin bê ka dê dozê bibin yan na. Di xala yekemin a CMK’ê de dibêje bê ka dadgeha cezayê çawa tê birêvebirin. Hûn çawa dibêjin ku dê destura pirsan nedin? Hûn nikarin bibêjin di qanûnê de bi vekirî nayê gotin û vê daxwazê red bikin.”    Piştre jî şandeya dadgehê 5 deqîqe navber da danişînê.