Li nexweşxaneyên li ser sînor ji bo leşkeran beşên cuda hatin amadekirin 2022-04-29 13:32:49   COLEMÊRG - Li navend û navçeya Colemêrgê hem bi wesayîtên sivîl hem jî bi wesayîtên leşkerî hejmareke zêde ya leşkeran tê sewqkirin. Li aliyê din hate diyarkirin ku li nexweşxaneyên navçeyan ji bo leşkeran beşên cuda hatine avakirin.    Êrişên ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê di 17’ê Nîsanê de dane destpêkirin, bi şerên dijwar berdewam dikin. Ji roja êrişan a ewil ve li navend û navçeyên Colemêrgê yên ser sînorê Herêma Kurdistanê ne, liv û tevgera helîkopter û ambûlansan berdewam dike. Cenazeyên leşkerên hatin kuştin tînin nexweşxaneya sahra ya xwedî kapasîteyeke mezin e û li gundê Ertûş yê girêdayî navçeya Çelê hatiye avakirin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku morgên seyar jî birine herêmê.    BERGIRIYÊN LI NEXWEŞXANEYAN HATIN ZÊDEKIRIN   Hate ragihandin ku hejmara leşkerên birîndar bûne û hatine kuştin zêde ye. Hate diyarkirin ku leşkerên birîndar birine nexweşxaneyên li Colemêrg, Çelê û Geverê. Hate ragihandin ku li 1’emîn Fermandariya Tabûr a Cendermeyan a Geverê ambûlans her tim tên rawestandin, li nexweşxaneyên navçeyan ji bo leşkeran cihên cuda hatine amadekirin û bergiriyên li van deran derxistine asta herî jor.    HEJMAREKE ZÊDE YA LEŞKERAN SEWQ KIRIN   Li navçeyên Gever û Çelê di saetên şevê de liv û tevgera helîkopteran zêde bû lê hate dîtin ku nava rojê liv û tevger kêm bû. Hate hînbûn ku di rojên dawî de hem bi wesayîtên sivîl hem jî bi wesayîtên leşkerî, gelek leşker ji Wanê sewqî Colemêrgê hatine kirin. Hate dîtin ku pişta TIR’ên sivîl ku malzemeyên leşkerî lê hatine barkirin ku wesayîtên leşkerî bi wan re bûn bi çadirê hatibûn nixumandin.