ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê 2022-04-29 14:31:18 AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan raporek bi raya giştî re parve kir. ÎHD’ê da zanîn ku binpêkirina mafên girtîyan zêde bûne û girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê, Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê, Girtigeha Ewlekariya Bilind a Dûmlûyê û li Girtigeha Tîpa S a Îdirê amade kiribûn, li avahiya xwe bi daxuyaniyekê parve kir. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên ÎHD’ê amade bûn.   Ji ewil Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn axivî. Zeytûn, da zanîn ku îşkence û mirinên biguman li girtîgehan zêde bûne û wiha got: “Bi taybetî jî mafê tenduristiyê bi sedemên polîtîk tê astengkirin. Li girtîgehan sepanên bi keyfî hene. Ev sepanên keyfî jî dibin sedema mirina girtiyên nexweş.”    Piştî axaftina Zeytûn, endama Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD’a Amedê parêzer Ercan Yilmaz rapor xwend. Li gorî raporê, binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê, Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Dûmlûyê û Girtigeha Tîpa S a Îdirê hatine tesptîkirin ev in:    “*Ji ber nexweşiyê Covîd – 19’ê li girtîgehan çalakiyên komelî û çandî tên astengkirin. Qedexeyên ji bo Covîd-19’ê hatibûn ragihandin niha rakirine lê li girtîgehan hêj jî ev qedexe bi awayekî keyfî tên domandin.    *Sepanên îşkence û nêzîkatiya xirab li girtîgehan berdewam dike. Li gorî girtiyên ku agahî dayîn şandeya me; kesên ku van sepanan dikin nayên cezakirin û di heman demê de ev kes hêj jî li girtîgehan dixebitin.   *Daxwaza sewqkirinê ya girtiyan û guherandina odeyan tê astengkirin û ev pirsgirêk hêj nehatiye çareserkirin.    *Rêveberiyên girtîgehan nahêlin girtî rojname û kovarên bi kurdi bigirin û bi awayekî keyfî asteng dikin.   * Li girtîgeh bi hinceta biryara Wezareta Edaletê mafê hevdîtina vekirî ya girtiyan bi 30 deqeyan tê bisînorkirin. Ev rewş bi taybet jî ji bo girtiyên ku ji malbatên dûr pirsgirêkan derdixîne.    * Girtiyan diyar kir ku mafê hevdîtina girtî jî hêjta bi 30 deqîqeyan bisînor tê girtin. Beriya niha bi rêziknameyan hatibû destnîşankirin ku ev dema hevdîtinê dikare heta saet û nîvan jî were dirêjkirin lê rêveberiya girtîgehê ev mafê xwe li dijî daxwaza girtiyan bi kar aniye. Bi vê yekê re jî mafê jiyana taybet û yê malbatî hatiye binpêkirin.   * Navenda Çavdêriya Îdarî û Dabeşkirinê ji bo rewşa “baş” an jî “nebaş” a girtiyan raporan amade dike lê ev rapor bi sedem û îdiayên bêbingeh tên dagirtin. Ji ber vê sedemê jî gelek girtiyên ku demekî dirêj li girtîgehan mayîn û divê ji mafê kontrola edlî werin berdan, nikarin ji vî mafî sûd bigirin.   * Girtî bi kesên ku ji sûcên cuda hatine girtin re li odeyên rex hev hatine ragirtin.    * Dema girtî name û faxan ji sazî û şexsan re dişinin, rêveberiya girtîgehê agahiyekî nade girtiyan bê ka gihiştine binecihiyê yan na. Her wiha girtiyan da zanîn ku zem li name û faxên wan hatiye kirin.    *Di dema lêgerîna qawîşan de, gardiyan heqaretê li girtiyan dikin û girtî bi kiryarên derhiqûqî re rû bi rû dimînin. Berê jî giliyên wisa hatibûn kirin. Hat tespîtkirin ku biryara qedexeya nêzikatiya xerab hatiye binpêkirin.    *Girtî ji bihabûn û bêkalîteya tiştên li kantînê jî nerazî bûn.    * Di dema sewqkirina nexweşxaneyan û dermankirinê de cotkelemçe û lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin. Beriya niha jî heman sepan li girtiyan hatine ferzkirin.   *Girtiyên jin ragihandin ku rêveberiya girtîgehê pêdîviyên wan ên taybet ên wekî ‘ped’ bêpere nadin û di heman demê de li kantînan jî gelek biha ne.   * Li Girtigeha Tîpa S a Îdîrê hin girtî bi tecrîdê re rû bi rû ma ne lewma jî întihar kirine. Herî dawî jî girtiyên bi navên Sezer Alan û Sînan Kaya întîhar kirin û jiyana xwe ji dest dan. Tecrîd,  ji hêla psîkolojî û fîzîkî ve bandorekî giran li ser girtiyan dike.”   Di dawiya daxuyaniyê de jî hat pêşniyarkirin ku bila mafê kontrola edlî ji bo hemû girtiyan bikeve meriyetê, têkildarî îdiayên îşkence û nêzikatiya xerab Wezareta Edaletê û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê li girtîgehan lêpirsîneke bibandor bide destpêkirin, têkildarî bûyerên întîharê yên li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê lêpirsîneke berfireh were destpêkirin, mafên tenduristî û dermankirinê yên girtiyan neyên binpêkirin, girtiyên nexweş werin berdan û dermankirin, tecrîd û îzolasyona li ser girtîgehan bi dawî bibe, mafê ragihandinê neyê binpêkirin, daxwazên sewqa ji bo girtîgehên cuda û guherandina odeyan neyê binpêkirin û mafê hevdîtinên vekirî li hemû girtîgehan herî kêm divê saetek û nîv be.