Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû 2022-04-29 14:34:08   STENBOL - Danişîna doza derbarê Kovara Modernîteya Demokratîk de hatibû vekirin, hat taloqkirin.    Derbarê Kovara Modernîteya Demokratîk a ji sê mehan bi mijarên raman û teoriyê tê weşandin, bi hêceta nivîsên hatine weşandin doz hatiye vekirin. Doz bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” hatiye vekirin. Danişîna ewil a doza kovarê li Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê ya 30’yemîn hat lidarxistin. Midûrê Karên Nivîsê yê kovarê Ramazan Yurttaban û parêzerên xwe Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz di danişînê de amade bûn.    Ramazan Yurttaban anî ziman ku îdiayên hatine kirin ne di cih de ne û ew ê van îdiayan qebûl nekin.    Parêzer ji axivîn û diyar kirin ku ev doz li dijî qanûna çapemeniyê ye û xwestin doz bê betalkirin. Dozger xwest dosyeya Dadgeha 27’emîn û ev dosye bibe yek. Heyeta dadgehê ji bo dosye bibin yek xwest nivîsa muzakereyê bên ivîsandin û daxwaza parêzeran a ku Yurrtaban ji danişîna rizgar bibe qebûl kir û danişînê aloqî 28’ê îlonê kir.