Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin 2022-04-29 15:03:22   MÊRSÎN - Li Mersînê, binçavkirina 18 kesên ku bi angaşta "amadekariya çalakiyê dikin" hatibûn binçavkirin, hat şermezarkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Mersînê, bi angaşta ku wê "1'ê Gulanê provaqe bikin" lêpirsîn da destpêkirin û îro li bajar bi ser malan de hat girtin. Di serdegirtinan de endamên Partiya Azadiya Civakî (TOP) A.A., O.G., S.B., Z.K û Ozgur Sûngûr, Hasan Aktaş, Ozgur Şen, Abdûlselam Şen, Azîme Şen, Îbrahîm Şen, Recep Şen û Şemdîn E. hatin binçavkirin.    Di 27'ê nîsanê de jî li bajar bi heman hincetê bi ser malan de hatibûn girtin û 6 kes hatibûn binçavkirin.    'EM QADÊN 1'Ê GULANÊ TÊJE BIKIN'   Nûnertiya TOP'ê ya Bajar a Mersînê, derbarê mijarê de daxuyanî da û binçavkirinan şermezar kir. Nûnerê TOP'ê yê Mersînê Soner Temûr, daxwaz kir ku kesên hatine binçavkirin bên berdan û wiha got: "Em berteka xwe ya li dijî binçavkirinan di 1'ê Gulanê de bi qadên ku têje bikin nîşan bidin."   Serokê Şaxa Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî (Genel-Îş) ya Mersînê Kemal Goksoy jî bertek nîşanî binçavklirinan da û wiha axivî: "Em dizanên kesên ku bombeyan ji Enqerê û Amedê tînin û diteqînin kê ne. Li dijî kesên ku sosyalîst, karker û kedkaran terorîze dikin em ê di 1'ê Gulanê de bersiva pêwîst bidin."