Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin 2022-04-29 15:49:04   SEMSÛR - Li Semsûrê, HDP'iyan, bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Herêma Kurdistanê dan û ev tişt got: "Mirin û kuştin ne çareserî, mezinkirina neçareseriyê ye."   Rêxistinsa HDP'ê ya Semsûrê, derbarê êrişa ku Tirkiyeyê di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî Herêma Kurdistanê da destpêkirin û biryarên ku di doza Geziyê de hatin dayîn de li ber avahiya xwe daxuyanî da. Bi HDP'iyan re gelek welatî û nûnerên rêxistinên sivîl ên bajar tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên "Li dijî şer, kedxwarî û bêhiqûqiyê em ê bi ruhê Geziyê li ber xwe bidin" û "Em Geziyê diparêzin wê tarî biçe û azadî û aştiyê bimîne" hatin vekirin.    BERTEKA ÊRIŞ Û GEZIYÊ   Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP'a Semsûr3e Bekir Gurbuz axivî û bi van gotinan bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê û biryarên doza Geziyê da: "Bi êrişê Pirsgirêka Kurd hê bêtir kûr dibe. Mirin û kuştin ne çareserî, mezinkirina neçariyê ye. Her rêbaza ku bi çekê serî li tê dayîn xwîn, rondikên çavan û mirinê tîne. Çareseriyê bi pêş naxe. Dema ku mirov xizaniyê jî dide berçav dibîne ku şer krîza aborî kûr dike. Em hemû jî bedêla vê didin. Gezî zindîbûna civakî, demokratîk û ekolojîk e. Hêviya demokrasiyê ya civaka Tirkiyeyê ye. Em li Geziyê xwedî derdikevin û trajediya hiqûqî qebûl nakin. Kesên ku darizandina adil tune dihesibînin wê li pêşberî hiqûqê hesab bidin gel."   Daxuyanî, bi dûrişmeyan bi dawî bû.