Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin 2022-04-29 18:06:01   AMED - Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Selahattîn Aslan ku di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de hatibû binçavkirin, bi hinceta beyanên "şahidan" hat girtin.    Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Selahattîn Aslan di 27'ê Nîsanê de di çarçoveya "lêpirsîna Kobanê" de hatibû binçavkirin. Aslan, piştî 2 rojên di binçavan ên li Midûriyeta Polîsan a Amedê, îro sewqî Edliyeya Amedê hat kirin. Aslanî piştî îfadeya li dozgeriyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" sewqî dadgehê hat kirin.   Dadgehê bi heman îdiayê Aslan girt û şand Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê.    Tevî Aslan, ji 91 kesên derbarê wan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn, heya niha 22 kes hatine girtine.