Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê 2022-04-29 19:51:39   RIHA - Çetîn Dedeogûllari ku li navçeya Meram a Konyayê 7 ferdên malbata wî hatibûn qetilkirin, bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê.   Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 417'an de didome. Malbata Şenyaşarê fitariya xwe jî her roj li cihê nobedê dike. Lê îro ji ber baranê "Sifreya Edaletê" li Baroya Rihayê raxist. Îro Çetîn Dedeogûllari ku li navçeya Meram a Konayayê 7 ferdên malbata wî di êrişeke nijadperest de hatibûn qetilkirin, xwarziyê wî Harûn Rifatoglû, parêzerê malbatê û endamên Komeleya Fîkîr Masasiyê bûn mêvanê "Sifra Edaletê" ya malbata Şenyaşarê.    Beriya fitariyê Serokê Komeleya Fîkîr Masasiyê Serhat Gerger axivî. Gerger, destnîşan kir ku kesên îro bûne sedema vê bêedaletiyê miheqeq sibê dê doza edaletê bikin û got: "Em hêvî dikin ku malbat rojek berî rojekê bigihê kurê xwe yê di girtîgehê de."    Parêzerê malbata Dedeogûllari Abdûrrahman Karabûlût jî got: "Bila dev ji Peykerê Themîsê berdin, divê peykerê dayika Emîne Şenyaşar bê çikandin. Bi berxwedanê encam digirin. Em di her warî de piştgiriya wê dikin."    Piştî axaftinan, mele azan da. Bi azanê re rojî bi temiya "edaletê" hat şikandin.