ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN 2022-04-30 09:00:42 * Xizmên girtiyan diyar kirin ku PDK bi hevkariya xwe ya bi Serokkomarê AKP'î Erdogan re "bêbextiyê" li kurdan dike û gotin: "Me digot qey Barzanî birayê me ye, lê meger ew bûye birakê Erdogan."  * Jinên ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê re dan, gotin: "Tiştên Barzanî dike nayên efûkirin. Tavilê divê dev ji van tiştan berde."    * Li Girtîgeha Bodrûm a Tîpa S'yê girtî Alî Dogan Aktay bi fermana "taybet" a Wezareta Dadê di hucreyekê de tê ragirtin.    * Jinên li Girtîgeha Sîncanê girtî ne nameyek şandin û diyar kirin ku di hevdîtinên vekirî de bi lêgerîna hundirê pêlavan re rûbirû mane û lêpirsînên disiplînê yên kêfî berdewam dikin.    * Li bajaroka Dêra Hînê ya navçeya Qilebanê Sûlava Kunkewiyê, bi darên gûzê û guldexwînên li derdora xwe mirovan heyr û hejmekar dihêle.    * Welatiyên ku her sal di serê meha Gulanê de pezê xwe dibin zozanan, ji ber operasyonên eskerî yên li herêmê diqilqilin. Hîkmet Dara ku debara xwe bi sewalvaniyê dike got: "Me asteng jî bikin, me bigirin jî û me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan."    * Malbata Devecîoglu û Çelîk ji bo zarokên wan çand û nasnameya xwe nas bikin li gel zarokên xwe ji bo Amedê geşteke çandî li dar xist. Malbatê diyar kir ku li ser daxwaza zarokên xwe ev geşt kirine û wiha got: “Zarok, dema ji ewil xwe bi kurdbûna xwe nas dikin û vê nasnameyê qebûl dikin, wê demê zûtir hînî nasnameyên din jî dibin.”   * Rihayiyan anî ziman ku êdî nikarin ne kulîçeyan ne jî şekirê cejnê bikirin û gotin, wê vê cejnê bê şekir û kulîçe derbas bikin.    * Jinan diyar kirin ku şerê dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê daye destpêkirin li dijî azadiya jinan, kurdan, sosyalîstan û bindestan e û bang kirin ku li dijî şer li hemû Tirkiyeyê dengekî hevpar were derxistin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 411'emîn de berdewam bike.    * Şaxên ÎHD'a Amedê, Êlihê û Îzmîrê û Xizmên Girtiyan dê çalakiyên bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin yên heftane li dar bixin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 892'emîn de li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)    * Rêxistinên elewiyan têkildarî şerê Tirkiyeyê yê li dijî axa Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, dê li avahiya Cemxaneya Gazî ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)     * Rêveberên ÎHD û parêzvanên mafê mirovan dê li Stenbol û Enqereyê wek her hefteyê bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)   * HDP, HDK û Jin bi Hev re bi Hêz in dê derbarê biryara Doza Geziyê de daxuyanî bidin. (15.00-18-00)