Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin 2022-04-30 10:38:43 ÎZMÎR - Parêzer doza Denîz Poyraz Turkan Aslan Agaç, diyar kir ku hewl tê dayîn ser bûyerê bê girtin û ev tişt got: "Ne pêkan e ku mirov qala darizandineke adil bike. Em difikirin ku zexteke mezin li heyeta dadgehê heye." Danişîna sêyemîn a doza kujer Onûr Gencer ku xebatkara Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Îzmîrê Denîz Poyraz di 17'ê hezîrana 2021'an kuşt hat dîtin. Heyeta dadgehê helwesta xwe ya di danişîna yekemîn de di vê danişînê de jî dubare kir. Parêzerên malbata Poyraz ji bo kujer Gencer bikin lêpirsîna çeperast 300 pirs amade kirin û bertek nîşan dan û gotin ku lêpirsîn nikare wiha bê kirin. Daxwaza parêzeran a ji bo anîna Gencer a eywana danişînê jî hat redkirin.    HEMÛ DAXWAZ HATIN REDKIRIN   Dîsa nêzî 600 parêzeran xwestin navê wan derbasî qeydan bibe û ji kujer pirsan bikin. Lê heyeta dadgehê vê daxwaza parêzeran red kir û biryar da ku tenê 5 parêzerên ku parêzeriya beşdaran dikin ji kujer pirsan bikin. Parêzeran bertek nîşanî vê biryarê dan û diyar kirin ku heyeta dadgehê nikare darizandineke bêalî bike û daxwaza vekişandina heyeta dadgehê û reda dadgeran kirin. Ev daxwaz jî ji aliyê heyeta dadgehê ve hatin redkirin.    GEF LI HDP'Ê Û HEYETA DADGEHÊ XWAR   Kujer Gencer ku mafê axaftinê girtin bi hinceta doza girtina HDP'ê daxwaza daxistina tehrîkê kir. Dîsa kujer Gencer heqaret li malbata Poyraz û HDP'ê kir û gef li wan xwar. Dema ku kujer van heqaretan kir bi tu awayî nehat astengkirin. Herî dawî jî Gencer gef li heyeta dadgehê xwar.    Piştî van hemû geşedanan danişîna dozê taloqî 18'ê tîrmehê hat kirin.    'DADGEH JIN HIQÛQÊ DÛR KETIYE'   Ji parêzerên doz3e Turkan Aslan Agaç, derbarê danişînê de axivî û diyar kir ku bi neanîna kujer Gencer a danişînê bersuc ji danişînê hatiye revandin û wiha got: "Pêvajoya lêpirsîn nebaş hat birêvebirin. Pêvajoyeke reşkirina delîlan pêk hat. Hewl tê dayîn ev pêvajo bi di asta dadgehê de jî bê domandin. Rewşa ku em îtîraz dikin ev e. Mafê pirskirinê yê parêzeran ji wan hat girtin. Li gorî min dadgeh di biryarên xwe yên navberê de ji hiqûqê dûr ketiye. Hewl tê dayîn ser bûyerê bê girtin.  Ji ber vê ne pêkan e mirov qala darizandineke adil bike. Em difikirin ku zexteke mezin li heyeta dadgehê heye. Biryarên ku dadgehê girtiye jî encama vê zextê ye. Ji ber vê me daxwaza vekişandina dadgehê ji heyeta dadgehê kir. Lê daxwaza me red kirin."   MA / Berîvan Altan - Tolga Guney