Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye 2022-04-30 12:17:08   ENQERE - Bager Sayak ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Sîncanê girtî ye, diyar kir ku ewlehiya canê wan tuneye û gef li hevalên wan tê xwarin.    Bager Sayak ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Sîncanê girtî ye û cezaye muebbetê lê hatiye birîn, bi malbata xwe re bi rêya telefonê axivî û diyar kir ku ewlehiya canê wan tuneye.    'EM NIZANIN WÊ LI VIR ÇÊ ÇI BIBE'   Sayak ku dema axaftinê malbata wî dengî wî qeyd kir, da zanîn ku li ser navê hevalên xwe diaxive û ev tişt got: "Li vir binpêkirinên mafan ên micid hene. Me dernaxin werzîş û suhbetê. Me dernaxin hewdariya hevpar jî. Ji bo kesên FETO'yî her tişt serbest e lê li dijî me sûceke heye. Ewlehiya canê me tuneye. Em jî nizanin wê li vir çê çi bibe. Heke em dest bi greva birçîbûnê bikin nizanin ku wê di demên pêş de çi bibe."   GEF LI WAN XWARINE   Biraziyê Sayak Ahmet Sayak, tiştên ku apê wî vegotibû ji ajansa me re ragihand û ev tişt got: "Apê min li ser navê hevalên xwe axivî. Em bifikar in. Gef li hevalên li wir xwarine. Ji ber ku dem qediya tam hîn nekir ku çawa gef li wan hatiye xwarin. Lê apê min bi awayekî zelal got, 'gef li hevalên me tê xwarin'. Ewlehiya canê wan tuneye, bifikar in. Binpêkirinên mafan û tecrîd didome. Me dev ji her tiştî berda êdî em ji ewlehiya canê wan bifikar in. Heke tiştek bi apê min û hevalên wî bê wê rêveberiya girtîgehê û personel berpirsyar bin. Me ji bo apê min daxwaza sewqkirinê kir lê bersiv negirt. Me ji her derî re nivîsand û got ku tecrîd heye. Lê kes li me venegeriya. Di demên dawîn de ji gelek girtîgehan cenaze derketin, em bifikar in. Girtiyan kirine qawişên cuda û kes kesî nabîne û nikarin bi hev re têkilî deynin. Bi pêkanînên li dijî mirovahiyê re rû bi rû ne."