Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane 2022-04-30 12:49:54   HATAY – Li navçeya Dortyolê polîsan bi ser mala Hasan Vural ê niha girtî ye de girtine û û li ferdekî malbata Vural dane.    Polîsan bi ser mala Hasan Vural ê ji ber sedemên siyasî li Girtîgeha Tarsûsê ya Tîpa T’yê tê ragirtin ve ku mala wî li navçeya Dortyola Hatayê ye girtin e. Polîsan bi îdiaya “bombeya zindî” heye avêtine ser malê. Polîsan di serdegirtina malê de ferdên malê avêtine erdê û berê çekan dane ser wan û heqaret li wan kirine. Ferdê malê S.V. li dijî polîsan derketiye. Polîsan lê daye. Hat zanîn ku M.V. jî ku nexweş e ji ser hişê xwe çûye. Ji saet dozdehê şevê heta sise şevê lêgerîna polîsan li malê dewam kiriye.