Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn 2022-04-30 13:47:50   AMED/ÊLIH - Li Amed û Êlihê çalakiya aqûbeta windayan berdewam kir. Li Amedê qûbeta Abdulsamet Çîçek pirsîn. Li Êlihê aqûbeta Kadrî Yilmaz hat pirsîn.    Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê bi armanca pirskirina aqûbeta windayan û darizandina kujeran di hefteya 690’emîn de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Amedê kom bûn û çalakiya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xist. Rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan wêneyên windayan hildan. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya qetilkirina Abdulsamet Çîçek ku di sala 1992’yan de hatibû qetilkirin hat vegotin.    Di çalakiya vê hefteyê de endema Komîsyona Windayan a ÎHD’ê parêzer Derya Yildirim serpêhatiya kuştina Abdulsamet Çîçek xwend. Yildirim da zanîn ku Çîçek li navçeya Farqîna Amedê karmendî dikir û di 15 nîsana sala 1992’yan de tev li merasîmê cenazeyê Hanefî Kutlu bi cînayetek kiryar nediyar hatibû qetilkirin bûbû û pişt re ew jî tê qetilkirin.    KUJER TÊN BERDAN    Yildirim diyar kir ku kesê ku Çîçek qetil kiriye tevî şahidan jî hatiye berdan û wiha got: “Piştî definkirine, Abdulsamet ji beriya ku biçe malê deyne xwe yê dikana li taxê dide û bi hevalên xwe yên kar Şehmûs re dimeşin. Di vê navberê de 3 kesên ji paş ve êrişî wan kiriye û bi gulebaranê Abdulsamet Çîçek qetil dikin. Abdulsamet Çîçek ku di encama êrişê de birîndar bûbû li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Xelkê li wir kujeran dişopînin û wan digirin. Polîsên ku hatin cihê bûyerê kesên ku ji aliyê gel ve hatin binçavkirin girtin. Polîsan kujeran dibin qereqolê û sê roj şûn ve ji ber nebûna delîlan wan berdidin.”    BAV NE BES E DIXWAZIN LAWÊ WÎ JÎ BIKUJIN    Yildirim anî ziman ku piştî bûyere jî malbata Çîçek her tim rastî gef û zextan hatiye û got: “Lawê Abdulsamet Çîçek dema ji dibistanê tê malê rastî êrişa kesên di destê wan de qesetûre hene tê û wî bi giran birîndar dikin. Kujerên ku pêdihesin zarok nemiriye vê carê diçin nexweşxane û dîsa êriş dikin. Di nexweşxaneyê de ew zarok bi destê xebatkarek tenduristiyê tê rizgarkirin. Ji ber zext û tundiyê malbat jî edî nikare giliyê bûyeran bike.”   Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan deqîqeyek rêz hat girtin.   ÊLIH   Li Êlihê jî Xizmên Windayan û ÎHD’a Êlihê di hefteya 527’emîn de li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakiya zelalkirina aqûbeta windayan û ronîkirina kujeran li dar xistin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, xizmên windayan û parêzvanên mafê mirovan tev li çalakiyê bûn.    ‘ŞIRÎKÊ SÛC IN’    Rêveberê ÎHD’a Êlihê Zekî Tanguner daxuyanî da û destnîşan kir ku kesên di polîtîkaya şer de israr dikin ew wan wek şirîkê sûcê kesên hatine windakirin dibînin û got: “Ji bo sûcên dij mirovahiyê bi dawî bibin, kesên sûcê mirovahiyê dikin bên darizandin, aqûbeta windayan derkeve holê demildest hewcedarî bi aştiyê heye.”    Tanguner serpêhatiya windakirina Kadrî Yilmaz ê di nîsana 1994’an de li navçeya Rezana Amedê hatiye windakirin xwend û li aqûbeta Yilmaz pirsî.    Xizmên windayan pişt re çalakiya rûniştinê li dar xistin.