Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn 2022-04-30 14:12:48   STENBOL - Dayikên Şemiyê, di hefteya 829'yemîn de li aqûbeta xwendekarên zanîngehê ku di bin çavan de hatibûn windakirin pirsîn.    Dayikên Şemiyê, di hefteya 892'yemîn de ji ber şertên pandemiyê çalakiya xwe ya li ser hesabên xwe yên medya sanal li dar xistin. Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe de aqûbeta xwendekarên zanîngehê Husamettîn Yaman û Soner Gul ku di 4'ê gulana 1992'yan de li Stenbolê di bin çavan de hatibûn windakirin pirsîn. Di çalakiyê de destpêkê kekê Yaman Feyyaz Yaman mafê axaftinê girt û diyar kir ku ji roja ku hatine binçavkirin heta niha agahî ji birayê xwe û Soner Gul negirtine û hemû hewldanên wan ên ji bo dîtinê bênencam mane.    Piştî Yaman ji parêzerên Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Derya Yildirim mafê axaftinê girt û daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend. Yildirim, di daxuyaniyê de diyar kir ku binçavkirina Yaman û Gul nehatiye qebûlkirin û her dawî gotine ku wê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bibe. Yildirim, xwest ku dosya Yaman û Gul ji nû ve bê vekirin û heta ku li gorî hiqûqa gerdûnî hikm bê dayîn dosya vekirî bimîne.    Di berdewamê de Yildirim, diyar kir ku ji bo Yaman û Gul û hemû windayan edaletê bixwazin û dev ji Qada Galatasaray bernedin.