Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin 2022-04-30 14:20:11   WAN - Li çolterên gundê bi ser navçeya Payîzavayê ve leşker û cerdevan hatin bicihkirin û hat zanîn ku fotokapanan li herêmê hatine bicihkirin.    Li gundên Aşkan, Xazir, Kanîsor, Golcemed û Goven ên bi ser navçeya Payîzavaya Wanê ve li deverên çiya ye leşker û cerdevan hatin bicihkirin. Hat zanîn ku sê roj berê bi qasî 50 heb leşker û cerdevan li herêmê hatine bicihkirin û li van deveran çavdêriyê dikin. Hat ragihandin ku leşker û cerdevanan fotokapanan li herêmê bicih kirine.