Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin 2022-04-30 16:36:16   ENQERE - Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kir ku dilê girtiyê nexweş ê giran ê ji sedî 68 astengdar Kazim Avci bi kapasîteya ji sedî 40 dixebite û xwest demildest înfaza wî bê taloqkirin.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, çalakiya xwe ya 399’emîn ku her hefte balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li pêş Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê li dar xist. Di daxuyaniyê de “Tedawî maf e nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût a di çalakiyê de axivî, rewşa girtiyê nexweş Kazim Avci vegot.     ‘JI SEDÎ 68 ASTENGDAR E’   Tûrgût, diyar kir ku girtiyê nexweşê giran ê Kazim Avci yê 68 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Sîncanê tê ragirtin, ji sedî 68 astengdar e û ji ber lingê wî yê çepê ji kemaxê û pê de birî ye 54 sal in protezê bikartîne. Tûrgût, bi lêv kir ku dema tena serê xwe di hucreyê de tê ragirtin ji ber derfetên wî nînin ku li xwe binêre, rapor girtiye û da zanîn ku ji ber protezê dema sewqî nexweşxaneyan tê kirin zehmetiyê dikişîne.    ‘DEMAREKE WÎ BI TEMAMÎ GIRTÎ YE’   Tûrgût, diyar kir ku ji ber nexweşiya dil Avci di girtîgehê de qeyrana dil derbaskiriye, anjiyo bûye û wiha got: “Hatiye tespîtkirin ku demareke wî bi temamî girtî ye, ji ber wê stent bi demarê ve kirine. Ji ber dilê wî bi kapasîteya ji sedî 40 dixebite, dema kete bin ji sedî 40 wê pîlê dil bêxin dilê wî.”   DI ROJÊ DE 17 DERMANAN BIKARTÎNE   Tûrgût, da zanîn ku ji ber nebza girtî her tim di asta 80-90’an de ye ji tirsa ku her tim qeyrana dil derbas bike psîkolojiya wî xerabûye û ev agahî parve kirin: “Her roj sibê û êvarî 12 dermanên dil bikartîne her wiha rojê 2 caran ji bo prostat û 2 caran jî ji bo nexweşiya şekir carekê jî ji ber têrnebûna mitral dermanan bikartîne.”   TALOQKIRINA ÎNFAZÊ    Tûrgût, herî dawî wiha got: “Divê Avci yê ku nexweşiyên wî yên giran hene û nikare jiyana xwe tena serê xwe bidomîne û divê rapora heyetê ji bo wî bê wergirtin û ji bo di şertên tendurist de were dermankirin û bijî, divê înfaza wî were taloqkirin.”