ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî 2022-04-30 16:37:07   ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê di çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” de aqûbeta Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ên li Pasûra Amedê di binçavan de hatin windakirin, pirsî.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” ku ji du hefteyan carek li dar dixe, li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Winda wîjdan in, xwedî derkeve” û “Kiryar diyar in winda li ku ne” hatin vekirin. Rêveberên ÎHD’ê vê hefteyê aqûbeta Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ên di 6’ê gulana 1994’an de li Pasûra Amedê hatin windakirin û carek din agahî ji wan nehat girtin pirsîn.    Sekretrê ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin daxuyanî xwend û bal kişand ser serpêhatiya windakirina sê ferdên ji heman malbatê. Aydin got hêj her sê ferdên malbatê winda ne û xwest winda bên dîtin û kujer bên cezakirin.