Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye 2022-04-30 16:45:51   ENQERE - Serokkomar Tayyîp Erdogan, dema vegera xwe ya ji Erebistana Siûdî ji rojnamegeran re axivî û derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê de got ku rêxistina wan a îstixbaratê li "bakurê Iraqê" ye.    Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ku pêr çûbû Erebistana Siûdî, dema vegera xwe ji rojnamegeran re axivî. Erdogan, di axaftina xwe de bal kişand ser êrişa ku bi Partiya Demokrata Kurdistanê re li dijî Herêma Kurdistanê dane destpêkirin û diyar kir ku rêxistina wan a îstixbaratê li "bakurê Iraqê" ye û wiha got: "Li wir di rêveberiyê de duserî heye, rewşa li bakurê Iraqê, rêveberiya navendî ya Iraqê jî heye. Hevdîtinên me yên bi aliyan re bi rêya rêxistina îstixbaratê didome. Hêvî dikim li wir jî encam baş bibe."