Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin 2022-04-30 16:57:33 STENBOL - Meclîsa Dayikan û Pîran diyar kir ku bi êrişên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê hewl tê dayîn ku kurd bên qirkirin û destnîşan kirin ku wê li dijî vê qirqirinê li ber xwe bidin.   Meclîsa Pîran û Dayikan, têkildarî êrişên dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistanê dane destpêkirin li Mala Cemê ya Komeleyên Çanda Elewiyan û Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Zimanê mirovê kamil li ser aştî, berxwedana wî li ser hevhatinê ye. Em ji aştiyê re bibin çerag. Zilmê rawestînin” vekirin.    Pîrê Ocaxa Baba Mansûr Mehmet Karabûlût ê di civînê de axivî, diyar kir ku ji bo edalet pêk were divê yekitî çêbibe û wiha got: “Li cihê ku hiqûq heye bêhiqûqî çawa çêdibe? Ez pergaleke wisa nas nakim. Ez vê vînê jî nas nakim. Me li ser vê axê gelek bedelên giran dan. Divê em vê yekê di navbera xwe de niqaş bikin.”   DIVÊ PÎR Û DAYIK LI DIJÎ ŞER BISEKININ   Pîrê Ocaxa Agucan Îbrahîm Erdogan jî bi lêv kir ku êşên li Rojhilata Navîn wan diqehirînin û wiha axivî: “Rêya me ew e ku li dijî şer aştiyê li dijî zilmê mazluman diparêze ye. Ez ji vir bang li dayikan dikim; Pîr û dayikên elewiyan dikarin bikevin nava her du hêzên ku şer dikin. Heke vê bikin wê bi milyonan mirov li pey me werin. Divê dayik ji şerê li Kurdistanê diqewime re bibin asteng. Ez bang li hemû saziyan û elewiyan dikim; werin em hêza aştiyê ava bikin û vî şerî bisekinînin. Em ji gel û baweriyên cîhanê re bibin mînak.” Dayika Ocaxa Kureyşan Elîf Akyol jî wiha got: “Em bi kurdan, suniyan û elewiyan xwişk û bira ne. Heta ku xwişk û biratî nebe aştî jî nabe.”   ‘EM ZILMÊ QEBÛL NAKIN’   Ji Ocaxa Bawa Mansûr Huseyîn Esen jî bi lêv kir ku mafê jiyanê yên kurdan, elewiyan, ereban û gelên din ji destê wan tê wergirtin û da zanîn ku divê li dijî vê li noxteyeke hevpar bibin yek. Pişt re aktîvîsta elewî Selda Guneş metna daxuyaniyê xwend. Guneş, diyar kir ku li dijî zilmê bi zimanê aştiyê tevdigerin û bi lêv kir ku zimanê aştiyê weke zimanê berxwedanê dibînin.    ‘EM Ê LI DIJÎ QIRQIRINÊ LI BER XWE DIDIN’   Guneş, destnîşan kir ku polîtîkayên qirker tên berdewam kirin û wiha axivî: “Weke zarokên civakê yên ku ev sûc di rojên 4’ê Gulanê yên Terteleya Dersimê de dîtin, em vê hişmendiyê baş nasdikin. Em şîreta Pîr Seyît Riza qet ji bîr nakin û em bi ruhê aştiyê li dijî vê li ber xwe didin. Em dizanin ku bi ruhê yekitiya civakî tenê zilm dikare were rawestandin û ji holê rakirin. Lê belê divê sazî û civaka me di vê mijarê de bi hestiyar be. Heta ku ev şer xelas nebe wê xizanî, bêedaletî û zilm neqede. Em canên xwe bi hestên rehmetê yên baweriya xwe gazî yekitiyê dikin. Em hêvî dikin ku di berxwedana hevpar a li dijî zilmê de bibin Çerag.”