Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar 2022-04-30 19:28:20   NAVENDA NÛÇEYAN - 28 partiyên siyasî û rêxistineke jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke hevpar bang kirin ku hêzên kurd li dijî êrişan  platformeke hevpar ava bikin.    28 partiyên siyasî û rêxistineke jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyaniyeke hevpar dan. Partî û rêxistinan di daxuyaniyê de li dijî êrişan îşaret bi avakirina platformeke hevpar a ji aliyên hêzên kurd ve kirin.    Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta tirk dixwaze destkeftiyên gelê kurd û gelên herêmê têk bibe, komkujiyên osmaniyan li dijî gelên herêmê dubare bike û mîrasa dewleta osmanî vejîne. Ji bo wê hewl dide şerê navxweyî di navbera kurdan de derxîne.”   Li ser wê partiyan bang li hêz û tevgerên kurdî kir ku li ser rêgez û nirxên diyar li hev bikin da ku di vê pêvajoyê de mafên gelê kurd û gelên herêmê mîsoger bikin.   Partiyan di daxuyaniyê de ev daxwaz bilêv kirin:   "*Hevkarî bi hêzên dewleta Tirk re neyê kirin ku êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Her wiha kiryarên ku operasyonên dewleta tirk ên dijminane hêsan dikin, neyên kirin.   *Platformeke koordîneyê ya hevbeş di navbera hêz û partiyên kurdî de bê avakirin da ku li hemberî dagirkeriya tirk helwesteke hevpar nîşan bidin û bikevin tevgerê.   *Xebat ji bo avakirina komîteyeke siyasî û dîplomatîk a hevbeş bê meşandin da ku dewleta tirk li pêşberî raya giştî bê teşhîrkirin.   *Hemû hevakên sîstemên dagirkerên Kurdistanê yên li dijî hêz û partiyên kurd kar dikin, bên krîmînalîzekirin û şermezarkirin.   *Çareserkirina hemû nakokî û pirsgirêkên di navbera hêz û partiyên kurdî de bi rêya diyaloga navxweyî.   Pêkanîna bendên li jor, emanet e têkoşînê ye, divê hemû hêz û partiyên kurdî pêk bînin da ku bidestxistina mafên gelê kurd yên rewa mîsoger bikin."   Partî û hêzên tevli daxuyaniyê bûne ev in:   Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Kesk a Demokratîk, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Kumînîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî, Tevgera Guhertinê ya Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Yekitiya Karkeran a Kurdistanê, Desteya Nîştimanî ya Erebî, Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê, Partiya Komarparêz a Kurdistanê, Partiya Rêkeftin a Demokrat a Kurdî ya Sûrî, Tevgera Çaksazî ya Kurdî-Sûriye, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Yekitiya Nîştimanî ya Azad-Rojava, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star, Partiya Muhafazkaran a Demokratîk, Partiya Têkoşîna Demokart, Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê.