ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-01 09:00:13   * Girtî Sînan Dûrmaz, diyar kir ku 10 meh in binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kiriklarê zêde bûne û got: "Em li bendê ne hûn bibin dengê me."    * Elîf Gamze Bozo ku ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeheke wêneyan li dar xist, diyar kir ku heywan perçeyeke girîng ê ekosîstemê ne û got: "Armanca têmayên di wêneyên min de, nîşandana ahenga xwezayê ye."    * Dîmenên dema ku polîsan li ber Edliyeya Rihayê li Ferît Şenyaşar xistibûn, derketin holê. Lê saleke di lêpirsînê de tu pêşketin rû nedaye.    * Waniyên ku ji bo danûstendina cejnê diçin sûkê û destvala vedigerin malê gotin: "AKP, cejn jî nehiştine."    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 419'emîn de berdewam bike.    * Mitîng ango pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Roja Cejna Karkeran dê li Amed, Êlih, Mêrdîn, Wan, Riha, Dîlok, Semsûr, Meletî, Sêrt, Şirnex, Qers, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mêrsîn û Antalyayê bên lidarxistin. (10.00-16.00) ZINDΠ    * Rêveberên MEBYA-DER'ê bi boneya Cejna Remezanê dê serdana Goristana Asrî ya Cizîrê bikin. (16.00)