Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê 2022-05-01 09:05:10   RIHA - Dîmenên dema ku polîsan li ber Edliyeya Rihayê li Ferît Şenyaşar xistibûn, derketin holê. Lê saleke di lêpirsînê de tu pêşketin rû nedaye.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 419'an de didome. Di roja 24'an a nobedê de, yanî di 1'ê Nîsana 2021'ê de polîsan êriş biribû ser Ferît Şenyaşar û ew bi erdê ve kaş kiribûn û lêxistibûn. Ji ber vê Ferît Şenyaşar rakiribûn Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înanê. Pişt re Şenyaşar tevî parêzerên xwe li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê giliyê polîsan kiribû.    Wê demê nehatibû hiştin ku rojnamevan dîmenan bigirin. Lê belê dîmenên bi kameraya polîsan hatibûn girtin, radestî Ferît Şenyaşar hatin kirin.    Di dîmenan de ewilî polîsek deriyê derve rê nîşanî Ferît û Emîne Şenyaşarê dide. Tê dîtin ku Emîne û Ferît Şenyaşar di wî deriyî re dertên. Paşê Amirê Şaxa Ewlehiyê tê cihê bûyerê û ji malbata Şenyaşarê re dibêje "derkevin derveyî avahiyê." Ferît Şenyaşar jî dibêje "Em li benda encama daxwaznameyê ne." Pişt re amîr bi dengekî bilind dibêje, "Tu dibêjî min serlêdan kiriye, ez li benda encamê me. Ferît Şenyaşar here li derî muştemîlatê li benda encamê bisekine."    POLÎS PEHÎNÊ DAVÊJE WÎ   Bi dû re cardin bi dengekî hêla ji Ferît Şenyaşar re dibêje "Ferît tu yê li hundir bisekinî an derkevî derveyî avahiyê" û bi vê re bi stûyê Ferît Şenyaşar digire û wî ber bi derve ve dikişîne. Paşê 3 polîs bi Ferît Şenyaşar digirin û wî ber bi deriyê derve ve kaş dikin. Di vê navê de tê dîtin ku li hundurê edliyeyê nigê Ferît Şenyaşar di ber tekerê wesayîtekê de asê dimîne. Bi vê re Ferît Şenyaşar dikeve erdê. Gava dikeve polîsek jî pehînekê lê dixe. Paşê heman polîs bi qayişa Ferît Şenyaşar digire û çend carên din jî pehînê lê dixe. Ferît Şenyaşar jî ji polîs re dibêje, "Tu çima li min dixî, tu çima bi pehînan li min dixî?" û di vê navê de ji xwe diçe.    GILÎ KIR   Paşê gazî ambulansê tê kirin û Ferît Şenyaşar sewqî nexweşxaneyê tê kirin. Ferît Şenyaşar, piştî taburcî dibe tevî parêzerên xwe giliyê polîsan dike.    Salek di ser buyerê re derbas bûye, lê hê jî lêpirsîn mîna xwe ya berê ye.    MA / Mujdat Can