Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye 2022-05-01 09:40:25   RIHA - Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li Girtîgeha Tîpa T a Îslahiyeyê ket roja 26'an.    Li Girtîgeha Tîpa T a Islahiyeyê ya Dîlokê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku li dijî binpêkirinên mafan, girtiyên bi navê Îlhamî Îşçî, Ûgûr Urun, Zennar Demîr û Hîccet Ûmûî yê ji rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye, di roja 26'emîn de berdewam dike. Reşît Dayan û Ûgûr Uyar jî pişt re tev li bûbûn û çalakiya wan di roja 21’emîn de, Umît Ozen jî pişt re tevli grevê bûbû û ya wî jî di roja 18’emîn de berdewam dike.    Girtiyan li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin bi rêya parêzerên xwe serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dîlokê dabûn û ev agahî dabûn: "Di ketina girtîgehê de bi darê zorê bi awayekî tazî li ser me geriyan. Di hejmarên rojane de hejmara ser pêyan û bi pergala leşkerî li me te ferzkirin. Di hatin û çûyîna cihên axaftina bi telefonê de bi meşa leşkerî me didin meşandin. Dema em hejmara rojane weke pergala leşkerî pêk neanî rastî tundiya fîzîkî tên. Binpêkirinên mafan ên li girtîgeha em lê tên ragirin ji girtîgehên din zêdetir in."   Serokê Şaxa ÎHD'a Dîlokê Sînan Taştekîn ê serdana girtiyan kiribû jî diyar kiribû ku xwurekên pêwîst ên weke şekir, xwê û lîmonê nadin girtiyan û ji ber vê yekê çalakî weke “rojiya mirinê” berdewam dike.    Parêzerên endamên Şaxa OHD'ê ya Mêrsînê jî di 29'ê nîsanê de serdana girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kiribûn. Parêzeran, dabû zanîn ku girtiyan ji wan re ragihandiye ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin wê çalakiya xwe berdewam bikin.