Sê leşkerên din jî hatin kuştin 2022-05-01 10:23:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ragihand ku leşkerek di êrişên li dijî axa Başûrê Kurdistanê de û du leşker jî di êrişa li dijî Çiyayê Cudî de hatin kuştin.    Hat ragihandin ku di êrişên li dijî axa Başûrê Kurdistanê û Şirnexê de hatiye destpêkirin, 3 leşker hatine kuştin. Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê daxuyanî da û diyar kir ku di êrişên li dijî Avaşîn û Zapê de leşkere çawişê pispor Mumîn Çarkici hatiye kuştin.    Her wiha di şerê li dijî Çiyayê Cudî yê Şirnexê de ku hatiye destpêkirin de jî leşkerên bi navê Îsmaîl Can Akdenîz û Fatîh Berkay Akgun hatine kuştin.    Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku berevajî wezaretê hejmara mirî û birîndaran zêdetir e.