Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir 2022-05-01 11:15:05   RIHA - Li Hîlwanê rayedarên şaredariyê ku piştî 24 saetan hatin taxa ji ber kêmbûna binesaziyê di bin avê de ma, ji welatiyan re wiha gotin: “Ev tişta qewimî karesateke xwezayî ye. Nebêjin kêmasî ya dewletê ye.”   Li navçeya Hîlwana Rihayê di 29’ê Nîsanê de baraneke zêde û gijlok li Taxa Baglar a navendê barî û lehî rabû. Di encama rabûna lehiyê de gelek mal û kargeh di bin avê de man. Rayedarên Şaredariya Hîlwanê ku çûn taxê rewş weke “karesata xwezayî” bi nav kirin. Şêniyên taxê jî bal kişandin pirsgirêka binesaziyê ya bi salane nayê çareserkirin. Ava li hin mal û kargehan bi derfetên welatiyan hate valakirin û hêj ava li hin malan nehatiye valakirin.   DI LEHIYÊ DE ASÊ MA   Îkram Koç ê li Taxa Baglarê dijî diyar kir ku dema bi zarokên xwe ve li malê bû lehî ji nişka ve rabû ketiye mala wan. Koç, ragihand ku bi derfetên xwe mudaxileyê rewşê kirin û got: “Dema min hewl da tiştan derxînim ez asê mam. Bi alîkariya ciwanên taxê ji derenceyan derketim û wisa xelas bûm. Nava tiştên min bi avê tejî bû. Cilên me çûn. Şêniyên taxê bûn alîkar. Tevî ku me telefon kir jî, rayedaran bersiva ‘Em têre nakin. 60 mal hene, nikarin bikevin taxê jî’ dan.”   RAYEDAR: NEBÊJIN KÊMASÎ YA ME YE   Yek ji şêniyên taxê jî Orhan Saygin (29) jî bi van gotinan berteka xwe nîşan da: “Ji bo tiştên li vir diqewimin dibêjin ‘karesata xwezayî’. Heke binesazî baş bûya tiştên wisa nediqewimîn. Em qasî 4 saetan li rayedaran geriyan. Ji roja ewil em ve em geriyan, weke ku demildest mudaxile nehat kirin, kêmasiyên xwe jî qebûl nakin.”   Saygin, da zanîn ku rayedarên piştî çend rojan hatin taxê gotin “Ev tişta qewimiye karesateke xwezayî ye. Di kêşanên xwe de nebêjin kêmasî ya dewletê ye” û wiha berdewam kir: “Ji ber îro rewş giran bûye hatin, heke nedihatin. Qebûl nakin ku kêmasî ya wan e. Em ji wan re jî dibêjin, binesaziya wan rast nîne. Me xwest qenalîzasyoneke mezin bi cih bikin. Me bi xwe cîran xelas kirin. Duh hindik mabû ji sarmayê em biqerisin. Em êvarî lêgeriyan kes nehatin. Em telefonan dikin weke di xewê de ne. Bi tu awayî nebûn alîkar.”   TÎM PIŞTÎ 24 SAETAN HATIN   Haci Saygin jî bi lêv kir ku ji ber lehiya rabûyî gelek heywanên wî mirî ne û anî ziman ku bi alîkariya cîranên xwe kariye heywanên xwe yên din xelas bike. Saygin, diyar kir ku ji ber boriyên qenalîzasyonê biçûk in lehî rabûye, av gihiştiye malên wan û wiha got: “Ji ber vê yekê qenalîzasyonê lehî ne ragirt. Heke borî mezin bin tiştekî wisa nediqewimî. Beriya niha jî me gelek caran got lê kesê guhdariya me nekir. Ev binesazî 50 salî ye. Dema lehî rabû em li AFAD, 112 û 110’ê geriyan gotin ‘temam’ lê piştî 24 saetan hatin. Me bi cîranên xwe re hewl da avê vala bikin. Heke binesazî rast û dirûst bûya tiştekî wisa nediqewimî. Qasî 2-3 hezar lîreyan zirara me heye.”   MA / Ceylan Şahînlî