Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin! 2022-05-01 11:20:21   EDENE - Bariş Tayfûr ku ji sedî 92 astengdar e û ji ber pankarta hilbijartinê ya AKP'ê qetand 4 sal in tê darizandin, bi biryara dadgehê wê li beşa psîkiyatrî ya nexweşxaneyê di bin tecrîdê de bê girtin.    Li Edenê, di 17'ê hezîrana 2018'an de ji ber pankarta hilbijartinê ya AKP'ê ku wêneyê Erdogan jî li ser hebû qetandibû, derbarê Bariş Tayfûr ê ji sedî 92 astengdar de bi angaşta "xesar daye mal û milk" li 26'emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Edenê doz hat vekirin. Rexmî ku ji aliyê Nexweşxaneya Tenduristî û Nexweşînên Ruh a Doktor Ekrem Tok a Edenê ve hat raporkirin ku berpirsyariya wî ya ceza tuneye jî 4 sal in tê darizandin. Ligel ku Tayfûr bi zorê dimeşe û nikare biaxive jî neçar hat hiştin ku bêyî malbata xwe tev li danişînan bibe.     Di mutalaaya xwe de dozger, diyar kir ku sûcê Tayfûr sabît e û li gorî rapora Nexweşxaneya Tenduristî û Nexweşînên Ruh a Doktor Ekrem Tok a Edenê nikare bê cezakirin û xwest ku tedbîra nexweşên aqil li ser bê sepandin. Li ser vê di danişîna ku di 22'ê nîsanê de hat dîtin de dadgehê derbarê Tayfûr de biryara "tedbîra nexweşên aqil" da. Bi vê biryarê re wê Tayfûr li Beşa Psîkiyatrî ya Ewlekariya Bilind a Tenduristiya Derûnî ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bajar a Edenê ( YGAP ) di bin tecrîdê de bê girtin.    WÊ PIŞTÎ CEJNÊ BÊ RAZANDIN   Di çarçoveya biryarê de polisan rojek berê bi hinceta "Em bibin nexweşxaneyê û rapor bigirin" Tayfûr ji malê girtin. Li nexweşxaneyê serbijîjk got, 'Li nexweşxaneyê cih tuneye, wê piştî cejnê bê razandin' û Tayfûr careke din şand malê.    Malbata Tayfûr, bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kir ku ji tedawiyên ku li ser Tayfûr bên pêkanîn bifkar in.    'EV CEZAYÊ ÇÎ YE?'   Xûça Tayfûr Evîndar Tayfûr, bertek nîşanî biryarê da û diyar kir ku wê birayê wê di bin tecrîdê de bê girtin û wiha got: "Birayê min bi zorê dimeşe û diaxive. Rexmî ku birayê min ji sedî 92 astengdar e û berpirsyariya wî ya ceza tuneye jî wî birine dadgehê û darizandin. Di pêvajoya darizandinê de ji nû ve raporan girtin û dayik û bavê min negirtin danişînan. Ji me re nehatiye gotin ku wê tedawiya wî çiqas bidome. Em nizanin ku wê tedawiya çi bê kirin. Raporên Bariş li holê ne. Gelo wê tedawiya hezkirinê li Bariş bikin? Min fêm nekir. Divê ku cezayê Bariş ne ev be. Birayê min nikare bi tena serê xwe bijî. Em ji jiyana wî bifikar in."   'EV KUŞTIN E'   Parlamenterên HDP'ê yên Edenê Tulay Hatîmogûllari û Kemal Pekoz û Hevserokên HDP'a Edenê Helîn Kaya û Mehmet Karakiş jî li malê serdana Tayfûr kirin û banga vegera ji şaşiyê kirin û gotin ku li dijî rewşê têbikoşin. Parlamenter Pekoz jî derbarê rewşê de ev tişt got: "Kesekî di rewşa Bariş de ne li gorî mafê mirovan, hiqûq û edaletê ye. Ev tê wateya kuştinê. Ji bo ku tiştek wiha pêk neyê tişta ji destê me bê em ê bikin."   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen