Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir 2022-05-01 11:48:34     RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeta xwe ya Edaletê bênavber didomîne, dîmeneke têkildarî Sifreya xwe ya Edaletê ku li pêş Edliyeya Rihayê danî parve kir û wiha got: “Heta ku edalet bi cih neyê wê Nobeta me ya Edaletê bidome.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 419’an de berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, malbat li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobeta xwe didomîne.    Malbat li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal têkildarî Sifreya Edaletê ku di meha Remezanê de gelek partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî û welatî bûn mevanê wê, dîmenek parve kir. Vîdeoya ku hesaba Walitiya Rihayê û Wezareta Dadê hatiye etîketkirin bi vê peyamê hate parve kirin: “Riha beriya niha bi berxwedana Hz. Îbrahîm a li dijî Nemrûd dihate bi bîr xistin. Riha wê êdî bi têkoşîna dayikê ya li dijî bêedaletiyê were bîranîn. Di dawiya dîmenê de jî ev peyam cih girt: “Di meha Remezanê de me fitara xwe li pêş Edliyeya Rihayê kir. Heta ku edalet were em ê Nobeta xwe ya Edaletê ya li pêş Edliyeya Rihayê bidomînin. Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo herkesê edalet.”