ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN 2022-05-02 09:00:10   * Jinên bûn mêvanê Sifra Edaletê ya malbata Şenyaşar, diyar kirin ku Emîne Şenyaşar li ba hemû jinan berxwedanek daye der û bang li jinan kirin ku dengê malbatê bilintir bikin.    * Ji damezirînerên Meclisa Dayikên Aştiyê Îne Akgun di çalakiyên li dijî şer de tim li refên pêş bû. Xizmên Akgun behsa wê kirin û gotin: "Hemû jiyana wê têkoşîn bû. Tu carî negot ax û serî netewand."    * Li Bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilebanê cerdevanê bi navê Mahmût Babat ji bo qereqol û binkeyên leşkerî yên ku dê li Çiyayê Cûdî û herêma Bestayê bên çêkirin, hin kom ava kirine û tevî van koman daran jêdike. Cerdevan Balat, komên darbiran bi beranberiya wergirtina komîsyonekê ava kiriye.   * Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî û Pêşmergeya Dêrîn Ronak Mecîd bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirkiyeyê re da û wiha got: "Ev operasyon darbeya li hemberî statuya Kurdistanê ye. Lewma gere em rojeke xwe jî bê çalakî derbas nekin."   * Gulên reş ên ku di berbanga sibehê de li Xelfetiyê pelên xwe vedikin, bi xwşikahiya xwe rê li ber dîmenên efsûnî vedikin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 420’an de berdewam dike.    * Rêxistinên bajar û navçeyan ên HDP’a Şirnexê dê bi dirûşma “Li dijî şer aştî û li dijî mirinan jî jiyan” dest bi “Nobeta Jiyanê” bikin. (12.00)