Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir 2022-05-02 15:18:56     ŞIRNEX - Li dijî êrişên ser Herêma Federal a Kurdistanê, HDP’ê li Şirnex û navçeyên wê bi dirûşma “Li dijî şer aştî, li dijî mirinê jî jiyan” dest bi çalakiya “Nobeta Jiyanê” kir.   Rêxistinên navend û navçeyên Şirnexê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Federal a Kurdistanê hatine destpêkirin, bi dirûşma “Li dijî şer aştî, li dijî mirinê jiyan” li avahiyên partiyê dest bi çalakiya “Nobeta Jiyanê” kir. Di çalakiya avahiya HDP’a Şirnexê de parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên partiyê yên navendê û gelek kes amade bûn.    Di çalakiyê de Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen axivî û di serî de Cejna Remezanê li hemû kesî pîroz kir. Gungen, xwest ku cejn bibe wesîleya azadî, aştî û aramiyê û wiha got: “Cejn, tê wateya şahî û keyfxweşiyê. Lê belê di vê cejnê de şerekî dijwar hate destpêkirin û dilê me diêşîne. Li dijî gelê kurd li Kurdistanê êrişeke hovane tê kirin. Li dijî vî şerî me li  Botanê ji bo du rojan dest bi çalakiya jiyan û aştiyê kir. Em ji şer re dibêjin na û ji aştiyeke mayînde re jî dibêjin erê. Banga me ji gelê me yê Botanê re ew e ku xwedî li vê nobetê derkevin.”     ‘EV KONSEPTEKE ŞER E’    Her wiha parlamenter Hasan Ozguneş jî anî ziman ku hikûmeta AKP’ê û hevkarê wê MHP li dijî hemû kurdan û hêzên azadîxwaz êriş daye destpêkirin û wiha domand: “Em dibînin ku li ser Başûr, Şengal û Rojava êriş hene. Li Bakur êrişî hêzên me, gelên me, partiya me û hêzên demokratîk dikin. Ev, konsepteke şer e. Hikûmeta AKP’ê dixwaze ji şerê di navbera Ûkrayna-Rûsyayê-NATO’yê de sûd bigire. Li Rojhilata Navîn niha Şerê Sêyemîn ê Cîhanê heye. Di nava vê hevsengiyê de welatê xwe weke cihekî stratejîk dibînin û dixwazin ji vê stratejîkbûna xwe sûd bigirin da ku bi derfetên berfirehtir û bi hemû hêza xwe êrişî hêzên kurdan bike. Bi mebesta Osmaniya nû dixwazin başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojava jî di nav de yekser di çarçoveya Mîsak-i Mîllî de dîsa şer bidin destpêkirin. Xwedî armancên qirêjî ne û li ser gelê me dimeşînin. Lewma rêxistinên me yên Botanê biryar dan ku di van her du rojên cejnê de nobeta aştî, aramî û jiyanê bidin destpêkirin. Banga me ji gelê me re ew e ku piştgiriyê bidin nobetê û dengê xwe bilindtir bikin. Divê em vê faşîzm û şerî bidin sekinandin.”    BANG LI GEL KIR   Bi domdarî Ozguneş bi bîr xist ku di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê de gel, jin, ciwan û kedkaran li hemberî şer bertekên xwe bi zelalî nîşan dane û wiha bi dawî kir: “Em nikarin bibêjin ev bertek bes in. Ji niha û pê de jî divê hemû gelê aştîxwaz û demokrasîxwaz yekser li hemberî vî şerî dengê xwe bilind bikin. Divê gelên me bi çalakiyên xwe rê li ber vî şerî bigirin. Em ê bi têkoşîna xwe li Tirkiye û Rojhilata Navîn rê li ber aştiyê vekin.”    Piştî axaftinan jî cejna xelkê Şirnexê yên ku hatin serdana çalakiyê hat pîrozkirin. Welatiyên ku ji bo piştgiriyê hatibûn serdana nobetê, stran gotin.